Paylan: Yên di qirkirinê de mirine hê li benda edaletê ne
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan diyar kir, mirovên di Qirkirina Ermeniyan de hatine kuştin, hê li benda edaletê ne.
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan diyar kir, mirovên di Qirkirina Ermeniyan de hatine kuştin, hê li benda edaletê ne.
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, bi wesîleya salvegera 102. a Qirkirina Ermeniyan ji ANF'ê re axivî û diyar kir, yên di qirkirinê de mirine hê li benda edaletê ne. Paylan destnîşan kir, heta hesabê sûcekî neyê dayîn wê ew sûc bidome û got, hesabdayîn şert e.
Paylan got, "Pîr û kalkên min, nifşên wan li benda edaletê ne. Ev sê nifş in zordarî, tarîtî û sûc li dijî me dewam dike." Paylan bal kişand ser asta heyî qirkirinê û anî ziman, îro ne tenê li dijî Ermeniyan, li hemberî hemû gelan, reng û nasnameyan polîtîkaya tinekirinê tê meşandin. Paylan ji bo jiholêrakirina qirkirinê pêwîstî bi hesabdayînê heye û diyar kir, gava herî girîng a vê yekê jî vegera li demokrasî û aştiyê ye. Paylan got, "Her sûcekî ku hesabê wê nehatibe dayîn, dewam dike" û ragihand, ev zordarî îro jî didome.
Paylan işaret bi nîqaşên li ser referandûmê jî kir û anî ziman, sîstema rejîma şexsekî ya tê ferzkirin, gelê Ermenî dixe nava endîşeyan. Paylan da zanîn, weke gelê Ermenî ew baş dizanin ku li cihekî zîhniyeta tekparêz lê serdest e çi diqewime û got, "Me gelek tişt ji zîhniyeta tekparêz kişand. Weke Ermenî em baş dizanin ku ev zîhniyet çi bi xwe re tîne. Komkujî, qirkirin, asîmîlasyon."
Paylan xwest, derhal dest ji vê zîhniyetê were berdan û veger li danûstandinan bê kirin.