NÛ BÛ

Amerîkayê bertek nîşanî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê da

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê, ragihand ku êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê dibin sedema fikaran.

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê bertek nîşanî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Şengalê da û got ev tişt derveyî agahiya hêzên koalîsyonê pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, ji ber êrîşan ketine nava fikaran.


Berdevkê Karê Derve Mark Toner diyar kir ku “Em gelekî bi fikar in ku Tirkiye bêyî  ku ligel koalîsyona DYE û ya li dijî DAIŞ’ê hevkariyê bike êrîşî Bakurê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê kiriye. Me fikarên xwe ji hikumeta Tirkiyeyê re ragihand.”