Li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), rapora 'Li Tirkiyeyê rêveçûna saziyên demokratîk' piştî nirxandina pêşnûmeyên guhertinê bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Biryar hat dayîn Tirkiye ji nû ve bikeve pêvajoya kontrolê (Monîtorîng).
ANF
STRASBOÛRG
sêşem, 25 avrêlê 2017, 13:14
Di dengdana giştî de, li hemberî 45 dengên dijber, rapor bi 113 dengan hate qebûlkirin. Bi vî rengî, Tirkiye ku di sala 2004'an de ji pêvajoya kontrolê hatibû derxistin, ji nû ve li nava pêvajoya kontrolê hate bicihkirin.
HEMÛ PÊŞNÛMEYÊN AKP'Ê YÊN DÛRÎ JI AQIL, HATIN REDKIRIN
Parlamenterên AKP'ê yên li rûniştina meclîsê amade bûn, ji bo pûçkirina naveroka raporê heta ji wan hatin pêşniyarên dûrî ji aqil û pêkenok kirin. Ev hemû pêşniyarên parlamenterên AKP'ê hatin redkirin.
Pêşniyara endamên AKP'ê, ku şaredarên hatine girtin û li şûna wan qeyûm hatine bicihkirin weke sûcdar nîşan dide û xwestin di raporê de cih bigire, hat redkirin. AKP'iyan xwestin gotina; li Tirkiyeyê dadgerî ne serbixwe ye, ji raporê bê derxistin. Ev pêşniyar jî bi piraniya dengan hat redkirin.
Yek ji pêşniyarên pêkenokî yên parlamenterên AKP'ê jî ev bû: "Li Tirkiyeyê hemû nêrînên mûxalîf bi rengekî azad tê ziman, bi taybetî rojnamevan dûrî ji zext û zordariyan bi rengekî azad nêrînên xwe tînin ziman." Ev pêşniyara AKP'ê jî li hemberî 34 dengên dijber bi 135 dengan hat redkirin.
Her wiha AKP'yiyan pêşniyar kirin, ku ku gotina li ser binpêkirina serxwebûna dadgeriyê ji raporê were derxistin. Ev pêşniyara wan jî li hemberî 27 dengên dijber bi 130 dengan hat redkirin.
AKP'yiyan xwestin pêvajoya monîtorîng ji bo Tirkiyeyê neyê destpêkirin, lê ev pêşniyar jî bi piraniya dengan hat redkirin û Tirkiye ji nû ve li pêvajoya Monîtorîngê hate bicihkirin.