Li Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê hatin şermezarkirin

Kurdên ku li Elmanyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Rojava şermezar kirin.

Di gelek çalakiyan de yên ku li Elmanyayê hatin lidarxistin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Rojava hatin şermezar kirin.

SIEGEN
Li bajarê Sîegenê yê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gel û Meclîsa Jinan a Pakîze Nayir êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê hatin şermezar kirin. Nêzî 400 kes beşdarî çalakiyê bûn û beşdaran sloganên li dijî dewleta Tirk berz kirin û banga bihistyariyê li raya giştî ya Ewrûpayê kirin.

SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbruckenê yên Elmanyayê bi beşdariya bi sedan kesan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Rojava bi mîtîngê hate protesto kirin. Di mîtîngê de bal hat birin ser vî tiştî, îttîfaqa AKP û MHP’ê di referandûmê de têk çûn û ji ber vê ev êrîş kirine û bingeha vê tifaqa wan jî dijmihatiya bi Kurdan e.
Di mîtîngê de endama Meclîsa Civakî ya Kurd a Demokratîk Dîlan Akdogan bêdengiya dewletên Ewrûpayê jî rexne kir. Dîlan Akdogan qala qedexekirina alayan jî kir û got dewleta Elmanyayê dizane ku Tirkiye sûcekî şer pêk tîne lê ji dêvila ku li hemberî vî tiştî helwesta xwe diyar bike, sembol û alayên Kurdan qedexe dike.
Di mîtîngê de Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek û berdevkê Meclîsa Saarlandê yê PYD’ê Bavê Zerdeşt êrîş şermezar kir û banga berxwedanê li kesên demokrat kir.
Hevserokê Saarlandê yê HDK’ê Zulfu Camkiran jî axivî û got, AKP ji bo ku hêzê bide çeteyên xwe êrîşî Rojava û Şengalê kir.
Di mîtîngê de alayên YBŞ, YPG û wêneyên Ocalan hatin hildan û ji bo agahdarkirina gelên li Elmanyayê belavokên bi Elmanî ligel hatin belavkirin.


LEIPZIG
Gelek Kurdên ku li Leîpzîgê hatin gel hev êrîşên li ser Rojava û Şengalê protesto kirin û aliyên demokrat vexwendin berxwedanê. Gelek Elman jî beşdarî çalakiyê bûn û pankartên ku Tirkiyeyê şermezar dike, hatin hildan.

HAMBÛRG
Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Rojava û Şengalê li Hambûrgê hatin protesto kirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li pêşiya îstasyona trênê ya navendî ya Hambûrgê hatin ba hev û êrîş şermezar kirin.
Li ser navê Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Hambûrgê Sevahîr Bayindir axivî got, bi van êrîşan nikarin vîna gelê Kurd teslîm bigirin û di vê qirkirinê de Mesût Barzanî jî berpirs e.
Anja Flach jî li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbînê bang li dewleta Elman kir û xwest ku Elmanya leşkerên xwe yên li baregeha Încîrlîkê bi paş ve bikişîne û li hemberî Tirkiyeyê ambargoyên ekonomîk têxe meriyetê.
Di çalakiyê de enternasyonalîstên Spanyayê û Mele Cemîl jî axivîn. Gelek sazî û dezgehên Elmanyayê jî piştgirî dan çalakiyê û slogan berz kirin ên ku Tirkiyeyê şermezar dike.

BREMEN
Li Bremenê êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wan ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava hatin protestokirin. Komên Antî-faşîst, Komîteya Hevgirtinê ya Kurdistanê û nûnerên Bremenê yên Forûma Aştiyê li pêşiya  parlementoya eyaletê Tirkiye şermezar kirin. Gelek Êzidî jî beşdarî çalakiyê bûn û bertekên tûnd nîşanî AKP’ê dan.