Die Presse êrîşên artêşa Tirk şermezar kir

Dîe Presse nivîseke rexneyî ya li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojava û Şengalê de weşand.

Dîe Presse ku yek ji rojnameya navdar a Avûstûryayê ye rexne li êrîşa artêşa Tirk a bi ser Rojava û Şengalê de anî.

Rojnameyê got Tirkiye dike û nake nikare ragire ku YPG marîpişta operasyona Reqqayê pêk bîne.

Hê bandorên êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a beriya bi şevekê ya li ser Rojava û Şengalê didomiya, yek ji navdartirîn rojnameya Avûstûryayê Dîe Presse bi navê ‘’Tirkiye bi êrîşan mesaj da DYE û Kurdan’ cih da nivîseke nûçe-analîzê.

Di nivîsê de rexne li êrîşên artêşa Tirk hatin kirin. Rojnameyê bal kişande ser têkoşîna YPG’ê ya li dijî DAIŞ’ê û got, dewleta Tirk serketina Rojavayê Kurdistanê kiriye hedefa xwe de.

Dîe Presse got dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li dijî Şengalê jî dixwaze zextê li ser rêveberiya Başûrê Kurdistanê bike û wiha got: ‘’2014’an dema ku havînî DAIŞ’ê êrîşî herêma Şengalê kirî, yê ku pêşî bi alîkariya Êzîdiyan ve bezî hêzên YPG û PKK’ê bûn. Hêzên pêşmerge jî piştre tevlî operasyonên dijî DAIŞ’ê bûn. Balkêş e ku beriya êrîşa dawî ya Tirkiyê bi demeke kurt rêveberiya Kurd

gote PKK’ê ‘ji herêmê vekişin’. Vê nîşan dide ku li herêmê wê rageşî zêde bibe.

Dewleta Tirk her wiha bi êrîşa dawî peyam da rêveberiya DYE’yê jî. Ji ber ku Washîngtonê hêzeke nû ya leşkerî û çek şandin Bakurê Sûriyê. Yekîneyên DYE bi hêzên Kurd û Ereban wê hewl bide ku paytexta DAIŞ’ê Reqayê bistînin. Enqere ranagire ku YPG marîpişta vê operasyonê be.’’