Li Meclîsa Parlementer a Konseya Ewrûpayê mijar ‘Tirkiye’ ye

Heyeta HDP û DBP’ê li Meclîsa Parlementer a Konseya Ewrûpayê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Li vê derê wê têkiliyên bi Tirkiyeyê re werin nirxandin.

Li Meclîsa Parlementer a Konseya Ewrûpayê ya ku wê sibê di lijneya giştî de têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re binirxîne, HDP û DBP’ê civîneke çapemeniyê li vê derê li dar xist. Di civîna çapemeniyê ya bi sernavê “Referandûma 16’ê Nîsanê ya Ne Meşrû û Bi Dek û Dolab” bangewaziyê wê hatibû kirin, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, Endamên Fermî yên HDP û Meclîsa Parlementer a Konseya Ewrûpayê Ertûgrûl Kurkçu, Fîlîz Kerestecîoglû, Hişyar Ozsoy û Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewrûpayê Fayik Yagizay beşdar bûn.


Komên çepgir û sosyalîst ên Meclîsa Parlementer a Konseya Ewrûpayê jî beşdarî civînê bûn û peyam hat dayîn ku, “Gelê Kurd li Kurdistanê, gelê Tirk jî li bajarên mezin ji referandûma Erdogan a antîdemokratîk re gotin ‘Na’. Ligel vî tiştî jî AKP û Saziya Bilind a Hilbijartinê bi mebesta guherandina encaman dek û dolab kirin û ji ber vê jî ev hilbijartin ne meşrû ye.”


‘DIVÊ EWRÛPA HELWESTA XWE DIYAR BIKE’


Yuksek jî bal bir ser vî tiştî ku, gelek Hevserok, Hevşaredar,rêveber û endamên HDP û DBP’ê ketin ber pêla qirkirina siyasî û diyar kir ku di serî de Konseya Ewrûpayê û Yekîtiya Ewrûpayê divê saziyên demokratîk helwesta xwe diyar bikin.


Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê ji Têkiliyên Derve berpirsiyar ê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî got ku, AKP ne bi tenê ji bo gelê Kurd û Tirk ji bo gelên herêmê jî êdî xetere ye.Kerestecîoglû jî li ser pirsan got ku, “Tu eleqeya referandûmê bi demokrasiyê tune, ji bo rejîma yekzilamiyê hate sazkirin.”


KURKÇU: WÊ JI ERDOGAN RE BIBÊJIN ‘TU NIKARÎ BIKÎ’


Di civîna çapemeniyê de Parlementerê HDP’ê Ertugrul Kurkçu pirsên ANF’ê bersivand û got, “ CHP dîsa xwe dispêre refleksa dewletê. Qaşo wê bixwaze ku bila rêgezên mafên mirovan, demokrasî û dewleta hiqûqê werin bicihanîn û wê ji Erdogan re bibêjin ku, ‘Tu çi bixwazî tu nikarî wê bikî’”.


JI BO TIRKIYEYÊ PÊVAJOYA KONTROLÊ


Endamên 47 welatan sibê di lijneya giştî ya Meclîsa Parlementer a Konseya Ewrûpayê de wê rapora “Rêveçûna saziyên demokratîk ên li Tirkiyeyê” nîqaş bikin û tê payîn ku wekî di salên 1990’î de Tirkiyeyê têxin pêvajoya kontrolê/monîtorîngê.


Piştî danişîna nîqaşkirinê wê rapora ser çareserkirina mayînde û aştiyane ya kêşeya Kurdan û kêşeyên li ser mafên mirovan û demokrasiyê, were ber dengdanê. Tê payîn ku piştî dengdanê wê Enqere têkeve pêvajoya monîtorîngê û ji bo vê jî biryarên Neteweyên Yekbûyî, AGIT û Yêkîtiya Ewrûpayê wekî referans werin nîşandan.