Li Ewrûpayê êrîşên li ser Şengal û Rojava hatin protestokirin

Êrîşên balefirên şer ên Tirkiyeyê yên li ser Şengal û Rojava li gelek bajarên Ewrûpayê bi mîtîng û meşê hate protestokirin.

ZURÎH
Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Zurîhê yê li Swîsreyê dijîn bi mîtîngekê êrîşên li ser Rojava û Şengalê şermezar kirin.
Ligel barana zêde bi sedan Kurdistanî li ber Meclîsa Zurîhê hatin ba hev û li Rathaûsbruckeyê mîtînga protestoyê li dar xistin.


Di mîtîngê de li ser navê PYD’ê Bavê Şêro, li ser navê Dem-Kurdê Hevserokên Navenda Civakî ya Kurd Huseyîn Mamakli û Xalîse Tuzer axivîn.
Di axaftinan de êrîşên Dewleta Tirk hatin şermezar kirin û peyamên geşkirina berxwedanê hat dayîn.


Piştî axaftinan bi sloganên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana Şengalê” çalakî bi dawî bû.

OSLO


Li bajarê Osloyê ya Norwecê li ser banga KCDK-E’yê Kurdistaniyan di saet 17.00’an de li pêşiya îstasyona trênê ya Osloyê êrîşên li ser Şengal û Rojava bi mîtîngê şermezar kirin.
Nûnerê PYD û Nûnerê YNK’ê Hîndîrîn Karîn axivîn û êrîş şermezar kirin.


Di çalakiyê de Kurdistaniyan bi sloganên “Erdoganê terorîst”, “Erdoganê qatil, ji Kurdistanê biteqize” berz kirin.

DRESDEN


Li Elmanyayê Kurdistaniyên li bajarê Dresdenê û derdora wê li pêşiya Altmarkgalleriyê ya li navenda bajêr hatin ba hev û êrîşên hewayî protesto kirin.