Encamên referandûmê li Kassel û Viyanayê hatin şermezarkirin

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê û bajarê Awûstûrya yê Viyanayê, dek û dolabên rejîma AKP-MHP'ê yên di referandûmê de kir, hatin şermezarkirin.

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê û bajarê Awûstûrya yê Viyanayê, dek û dolabên rejîma AKP-MHP'ê yên di referandûmê de kir, hatin şermezarkirin.

KASSEL

Platforma NA ya li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi dirûşma "NA neqediya, hê nû dest pê dike" çalakiyek lidar xist.

Meş ji aliyê pêkhateyên platformê; Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, DÎDF, CHP, Navenda Çanda Elewiyan a Kasselê û Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) ve hate organîzekirin û li ber postaxaneya navendî dest pê kir. Bi qasî 400 kesên beşdarî meşê bûn, li navenda bajêr meşiyan.

Di çalakiyê de dirûşmên "NA neqediya, hê nû dest pê dike" yên bi zimanên Elmanî û Tirkî hatin qîrîn û pankarta bi nivîsa "NA neqediya, nû dest pê dike" hate hilgirtin. Çalakger heta Konîgsplatzê meşiyan û li vê derê mîtîngek pêk anîn.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li pêşiya Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) çalakiyek hate lidarxistin û encamên bi guman ên referandûmê hatin şermezarkirin.

Daxuyaniyek li vir hate dayîn û hate ragihandin, ku di nava zext û zordariya Rewşa Awarte de referandûm hatiye kirin. Hat gotin, 2.5 mîlyon dengên bê mohr ên 'erê' bi awayekî vekirî bandor li sindoqan kirine û ew vê encamê qebûl nakin.

Mîtîng bi banga ji bo meşa "NA ji dîktatoriyê re", ku wê îro saet di 17:00 de li Schwarzenbergplatzê pêk were, qediya.