Hunko: Wê bibûya hetîketî ku biryara venêranê li ser Tirkiye nehatiba dayin
Parlamenterê Elman Andrej Hunko têkildarî biryara MPKE’yê ya monîtorîngê axivî û got, ‘’Heke li ser Tirkiyê biryara venêranê nehatiba standin wê ev hetîketî bûya."
Parlamenterê Elman Andrej Hunko têkildarî biryara MPKE’yê ya monîtorîngê axivî û got, ‘’Heke li ser Tirkiyê biryara venêranê nehatiba standin wê ev hetîketî bûya."
Endamê MPKE’yê Hunko li ser biryara monîtorîngê ya ku MPKE’yê li ser Tirkiyê standî got, biryareke derengmayî ye û got, ‘’Heke li ser Tirkiyê biryara venerênê nehatiba standin wê ev hetîketî bûya’
Li gorî endamê Konseya Meclîsa Parlamenter a Ewropayê (MPKE) û berdevkê Siyaseta Çepgir a Ewropayê Andrej Hunko ev biryara MPKE’yê dereng hatiye standin û got, li Tirkiyê binpêkirina mafê mirovan û zexta siyasî bûye sîstematîk.
‘DIVÊ FIROTINA ÇEKAN A JI BO TIRKIYÊ WERE RAWESTANDIN’
Parlamenterê Elman diyar kir berê Tirkiye di pêvajoya ‘’Post Monîtorîng’ê (Piştî venêranê) de bûye û bi domdarî wiha got: ‘’Lê Tirkiye di mijara mafê mirovan de ti gav neavêtin. Nûçegihan û siyasetmdar avêtin girtîgehan. Di rewşeke wiha de ku binpêkirina mafê mirovan ew çend zêde dibe û tê xwestin ku rêveberiya dîktatorî were avakirin, ne pêkan bû ku MPKE’yê biryareke dî bistanda.
Ez hêvî dikim ku ev biryar bibe sinyal. Ez bang li Hikûmeta Elman a Federal dikim ku ‘Bi dewleta Tirk re hemû hevkariya îstîxbaratî û leşkerî bi dawî bike’’ Li şûna ku li Tirkiyê fabrîkayên zerîpoşan were avakirin divê firotina çekan a ji bo Tirkiyê were rawestandin.
Bi pêvajoya monîtorîngê êdî geşedanên li ser Tirkiyê wê ji nêz ve werin şopandin. Heke cezayê darvekirinê were Tirkiyê, ev gav wê bibe gaveke berevajî ya endamtiya Konseya Ewropayê.’’