Tirkiye di ‘’Azadiya Çapemeniyê’ de 4 rêzan bi paş ve çû
Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya dinyayê de 4 rêzên dî jî bi paş ve çû û di nav 180 welatî de kete rêza 155’an.
Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya dinyayê de 4 rêzên dî jî bi paş ve çû û di nav 180 welatî de kete rêza 155’an.
Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê ya 2017’an ku ji hêla Nûçegihanên Sînornenas ve hatiye amadekirin, Tirkiye hinekî dî jî nêzî wan welatan bû ku rewşa wan a herî xirab e û di lîsteya bi navê ‘’lîsteya reş’’ de ne. Bi vî rengî Tirkiye di van 12 salê dawî de 56 gavan bi paş ve çû.
Têkildarî Tirkiye ku di nav kategeriya ‘’welatên ku nûçegihanî lê zehmet e’’ cih digire, hate gotin ‘yek ji welatê herî hêwilnak e’’
MEZINTIRÎN GIRTÎGEHAN LI DINYAYÊ
Di daxuyaniyê de zexta li ser çapemeniyê hate destnîşankirin û ji ber girtina nûçegihanan, hate gotin Tirkiye li dinyayê bûye mezintirîn girtîgehan nûçegihanan .
Bi rêzê welatê ku azadiya çapemeniyê lê pêş ketiye wiha ne; Norwêç, Swêd, Fînlandiya, Danîmarka, Hollanda, Kosta Rîka, Swîsre, Jamaîka, Belçîka û Izlanda. Di nav welatan de a ku rewa wê herî xirab e Bakurê Kurdê ye û piştî wê Erître, Tirkmenîstan, Sûriye û Çîn tê.
Li gorî Nûçegihanên Sînornenas welatên ku di nav kategeriya ‘baş’ û ‘têrkar’ de ne sedî 2,3 kêmbûnek çêbûye.