BI DÎMEN

Dewleta Tirk li Ewropa li gelek navenda hate şermezarkirin

Li gelek bajarên Ewropa Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û Rojava û îxaneta PDK’ê şermezar kirin.

GOTEBORG

Kurdistanî û dostên wan li Parka Brûnn a Goteborg a Swêdê hatin cem hev û ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û Rojava çalakiya rûniştinê kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Komîteya PYD’ê axaftin hatin kirin û hate gotin AKP peymanên navnetewî binpê kiriye û li Rojava, Şengalê komkujî pêk aniye.

Di axaftinan de bang li hemû Kurdistaniyên li dîasporayê û dostên wan hate kirin da ku komkujiyên dewleta Tirk şermezar bikin dakevin qadan.

GÄVLE

Li Gavle jî Kurdistanî li Meydana Stortorgetê bi pankartên ‘’Tirkiye komkujiyên xwe rawestîne’, ‘’Bijî berxwedana Rojava’ hildan û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin dewleta Tirk bi mebesta ku destkeftiyên Kurdan ên li Rojava û Şengalê ji holê rake ev êrîş pêk anîne, dixwazin ku Kurdan radest bigirin lê di vê armancê de wê bi ser nekevin û têk biçin.

Li ser navê PYD’ê jî hate gotin ji kîjan partiyê dibe bila bibe dewleta Tirk dixwaze Kurdan tine bike û divê ev ji hêla hemû Kurdan ve were dîtin û divê hevkarên AKP’ê werin şermezarkirin.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘’Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime’’, ‘’Bijî PKK, bijî YPG/YPJ’’, ‘Bijî Serok Apo’’ hatin bezkirin.

OREBRO

Li Orebroyê bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kurdistanî li navenda bajêr hatin cem hev û êrîşên li ser Rojava û Şengalê şermezar kirin.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk hate gotin êrîşên rejîma Erdogan ên li ser Rojava û Şengalê perpitînên wî yên dawî ne.

Her wiha bang hate kirin ku hemû Kurdistanî û dostên wan li dijî van êrîşên dewleta Tirk rabin ser piyan û tim di çalakiyan bikin.

LINZ

Li Linzê ya Avûstûryayê jî Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk li Parka Schîller şermezar kirin.

Di çalakiyê de hate gotin Kurd wê bi berxwedanê serfiraz bibin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê bi banga PYD-Berlînê Kurdistanî li Brandendûrger Torê civiyan. Di mîtîngê de peyamên hevgirtinê yên ji bo Rojava û Şengalê hatine dayin.

Êrîşa dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê di mîtîngê de hate şermezar kirin û hate xwestin ku dewletên koalîsyonê û Elmanya li dijî van êrîşan helwesta xwe diyar bike.

HANNOVER

 

 

Li Hannower a Elman jî bi tevlêbûna NCDKM, PYD, Meclîsa Jinan Ronahî, Ciwanên Azad meşek hate lidarxistin. Kurdistanî li ber stesyona trênê hatin cem hev û heta bi konsolosxsaneya Tirk meşiyan.

Piştî meşê mîtîng hate kirin û di mîtîngê de hate gotin divê gel li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna hevpar bidin.

FRANKFÛRT

Li Frankfûrt, Meydana Haûpwacheyê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê hatin şermezarkirin.

Mîtîng bi hevkariya NCKD û Meclîsên Jinan pêk hat. Di mîtîngê de hate gotin êrîş statûya Kurdan kirine hedefa xwe û bo rojeva referandûmê ya bi dek û dolab biguherînin ev êrîş pêk hatine.

BONN

 

Li Bonnê jî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de û êrîşên bi ser Qadên Parastina Medyayê de hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Gel axaftina hate kirin. Di axaftinan de îxaneta PDK’ê hate destnîşan kirin û bang li hêzên koalîsyonê hate kirin da ku li dijî dewleta Tirk helwesta we diyar bike.

BIELEFELD

Li Bîelefeld Elmanya jî bi tevlêbûna sazî û dezgên Kurd û ên çepgir; bi tevlêbûna Elewî,Tirk û Elman, Kurdan mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngê de êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, Şengalê hatin şermezarkirin.

HILDESHEIM

Li Hîldesheîmê bi bangda NAV-DEM’ê Kurd derketin kolanan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Kurd li ber gara trênê hatin cem hev û gotin, ‘’Kujer Erdogan’’, ‘’Bijî Serok Apo’’

SIEGEN

 

Li Sîegen a Elmanya jî Kurdistanê hatin cem hev û dagirkerî û komkujiya dewleta Tirk bi ser Rojava û Şengalê de şermezar kirin.