HDP: Erdogan rê li ber biryara Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê vekir

HDP’ê bal kişand ser biryara ‘venêrînê’ ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê, encameke polîtîkayên Erdogan e û banga ‘pêvajoya çareseriyê’ kir.

HDP’ê destnîşan kir ku biryara venêrîna siyasî ya li ser Tirkiyeyê, encama polîtîkayên Erdogan ên wekî ‘pêkutî, cihêkarî û înkarê’ ye.

HDP’ê îro li ser biryara ‘venêrîn’ê ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Ev biryar encama polîtîkayên Erdogan ên pêkutî, cihêkarî û înkarê ye”.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin di warê demokrasî û mafên mirovan de ligel gelek rapor û hişyariyên Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê yên li ser Tirkiyeyê, ji ber ku Tirkiyeyê tu gavên erênî neavêtiye, di danişîna 25’ê Nîsanê ya 2017’an a Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê de biryara venêrînê hatiye dayîn û wê domandina pêvajoya venêrînê di sala 2018’an de were nirxandin.”

‘EV BIRYAR WÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI TÊKILIYAN BIKE’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê ev biryar bandoreke neyînî li têkiliyan bike û hat gotin ku,“Rexne û hişyariyên di raporê de diyar dike ku rexneyên civakî û muxalîf ên li Tirkiyeyê di qada navneteweyî de jî tên qebûlkirin.”

‘ENCAMA BINPÊKIRINÊN MAFAN’

Di daxuyaniyê de sedemên biryarê wisa hatin rêzkirin: “Rewşa Awarte û biryarnameyên di hukmê qanûnan de, binpêkirina mafên mirovî, tasfiyekirinên karmend û akademisyenan, girtina Hevserok, Hevşaredaran, rewşa rojnamevanên girtî û dek û dolabên di referandûma 16’ê Nîsanê rê li ber vê biryarê vekiriye.”

Hat diyarkirin ku di dîroka Konseya Ewropayê de cara pêşîn welatek ji qonaxa piştî venêrînê dîsa vegeriyaye qonaxa venêrînê.

‘BANGA PÊVAJOYA AŞTIYÊ’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:

“Divê AKP dev ji polîtîkayên şer, pêkutî û tirsê berde û li ser rêya demokrasî û mafên mirovan Tirkiyeyê ji vê rewşa kambax derxe. Divê hikumet dev ji polîtîkayên Rewşa Awarte berde, pêvajoya çareseriyê ji nû ve saz bike û reformên demokratîk ên di raporê de bi cih bîne.”