FEDA: Em li ba gelê Şengalê yê berxwedêr in

FEDA’yê êrîşên li ser Şengal û Rojavayê şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî û gelan kir ku bila helwesta xwe diyar bikin.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk a Ewrûpayê (FEDA) têkildarî êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Şengal û Rojavayê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

FEDA’yê êrîş nalet kir û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Şengalê diyar kir û bal bir ser vî tiştî ku tifaqa faşîst a li Tirkiyeyê piştî referandûmê êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd didomîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, “Di encama vê tifaqê de li hemberî destkeftiyên li Rojava û gelên Rojhilata Navîn êrîş, provakasyon, operasyon tên kirin. Bi taybetî jî di vê serdemê de ya ku DAIŞ li ber têkçûnê ye, operasyona hewayî ya li ser Şengalê, têkiliya DAIŞ’ê ya bi vê tifaqa faşîst fermî dike. Van êrîşên li ser gelên Şengalê, ji bo parastin û xwedîderketina li DAIŞ’ê ye.”

FEDA’yê, bang li raya giştî ya navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî û gelan kir ku bila helwesta xwe diyar bikin.