Li Ewrûpayê qedexeyên 15’ê Tîrmehê yên ji bo AKP’ê

Hollanda û Avûstûryayê destûr nedan çalakiyên salvegera 15’ê Tîrmehê yên ku wê wezîrên AKP’ê jî beşdar bibin. Elmanyayê hê helwesta xwe diyar nekiriye.

Di rojeva Elmanyayê de ya ku çalakiyên 15’ê Tîrmehê yên AKP’ê bi awayekî neyekser betal kir, niha jî qedexeyeke fermî heye.

Beriya referandûma 16’ê Nîsanê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk hatibû, di serî de Elmanya, Hollanda û Avûstûrya û gelek welatên Ewrûpayê, li welatên xwe çalakiyên hilbijartinê yên siyasetmedarên AKP’ê qedexe kiribûn.

Di salvegera yekemîn a hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê AKP dixwaze li gelek welatên Ewrûpayê çalakiyan li dar bixe. Qedexeyeke wekî ya 16’ê Nîsanê niha ji bo 15’ê Tîrmehê de jî di rojevê de ye. AKP dixwaze 15’ê Tîrmehê bike hincet û li Ewrûpayê şoveke siyasî pêk bîne.

Astengkirina çalakiyên wezîrên AKP’ê yên yekemîn vê carê ji aliyê Hollanda û Avûstûryayê hate kirin. Hikumeta Hollandayê Îna bihurî diyar kiribûn ku ew naxwazin Alîkarê Serokwezîrê Tirk Tûgrûl Turkeş werin welatê wan.

AVÛSTÛRYA: AKP DIXWAZE BANDORÊ LI SER SIYASETA ME YA NAVXWEYÎ BIKE

Piştî Hollandayê Avûstûryayê jî çalakiya Wezîrê Aboriyê yê Tirk Nîhat Zeybekçî ya li welatê xwe qedexe kir.

Ligel nerazîbûna tund a hikumeta Tirk, rayedarên Avûstûryayê ji ya xwe nayên xwarê. Wezîrê Karê Derve yê Avûstûryayê Sebastîan Kûrz got ku, “Di vir de mesele ev e ku hikumeta Tirk û Erdogan dixwaze bandorê li ser siyaseta navxweyî ya Avûstûryayê bike, em ê tu carî destûrê nedin tiştekî wisa.”

ELMANYA: EM SERÎLÊDANA 15’Ê TÎRHEMÊ NÎQAŞ DIKIN

Rayedarekî ji Wezareta Karê Derve yê Elmanyayê got ku siyasetmedarekî rayedar dixwaze beşdarî çalakiyên 15’ê Tîrmehê bibe û em niha serîlêdana wî nîqaş dikin.

Piştî qedexekirina mîtîngên referandûma 16’ê Nîsanê û krîza di navbera Berlîn û Enqereyê hikumeta Merkel zagonek derxistibû. Li gorî vê zagonê siyasetmedarên biyanî dema bixwazin li Elmanyayê çalakiyan li dar bixin, divê hikumet destûrê bide.

Saziya Lobiyê ya AKP’ê Yekîtiya Demokratên Tirk ên Elmanyayê (ÛETD) xwestibû li gelek bajaran çalakiyên 15’ê Tîrmehê li dar bixe lê ev çalakî hatin astengkirin. Piştî Koln û Gladbeckê li Hambûrgê jî ev çalakî hate betalkirin.

Panela ÛETD’ê ya ku dixwest li Swêdê li dar bixe jî ji aliyê rêveberiya Swêdê hatibû qedexekirin.

GELO WÊ BELÇÎKA Û ÎNGÎLTERE DESTÛRÊ BIDIN?

Piştî Elmanya, Hollanda û Avûstûryayê helwesta welatên din jî tê meraqkirin. Ji ber ku ÛETD dixwaze di 12’ê Tîrmehê de li Brukselê û di 14’ê Tîrmehê de jî li Îngîltereyê çalakiyên 15’ê Tîrmehê li dar bixe.
Ji bo referandûma 16’ê Nîsana 2017’an Hollanda, Avûstûrya, Belçîka, Elmanya, Swêd, Swîsre, Danîmarka û Norwecê destûrê nedabûn ku Erdogan mîtîngan li dar bixe. Piştî van qedexekirinan Erdogan û wezîrên AKP’ê welatên Ewrûpayê bi gotina “Ev Nazî ne” sûcdar kiribûn.