Erdogan got 'Yan ez, yan jî ew 32 rojnamevan!'
Derket holê ku hikumeta Elman lîsteya rojnamevanên ku wê beşdarî Civîna G20 bibûna ya ku hefteya borî li Hambûrgê li dar ket, li gel Serokkomarê Tirk Erdogan amade kiriye.
Derket holê ku hikumeta Elman lîsteya rojnamevanên ku wê beşdarî Civîna G20 bibûna ya ku hefteya borî li Hambûrgê li dar ket, li gel Serokkomarê Tirk Erdogan amade kiriye.
Ji bo 32 rojnamevanên ku polîsên Elmanyayê akredîtasyona wan betal kiriye Erdogan ji Merkel re gotiye "Yan ez yan jî ew 32 rojnamevan."
Skandala betalkirina akredîtasyona 32 rojnamevanên ku akredîteya wan a li G20’yê berê hatibû qebûlkirin û piştre hatibû betalkirin, her ku diçe mezintir dibe. Kanala televîzyonê ya dewletê ARD di bultena êvarî de ragihandibû ku polîsên peywirdar ên li civînê bi lîsteyeke di destê wan de geriyane.
Têkildarî mijarê ANF’ê jî bi nûçeya "Polîsên Elman û MÎT li Hambûrgê bi hev re xebitîn" re bal kişandibû ser vî tiştî ku 4 rojnamevanên Elman ên ku akredîteya wan hatine betalkirin, berê li Bakurê Kurdistanê xebitîne û jê du rojnamevan di sala 2014’an de li Amedê hatibûn binçavkirin.
ERDOGAN XWEST, AKREDÎTE HATIN BETALKIRIN
Malpera rojnameya "Mîtteldeûtsche Zeîtûng" diyar kir ku ne bi tenê 4 rojnamevan, 32 rojnamevan ji ber daxwaza Erdogan nikaribûne beşdarî civînê bibin. Ev rojnamevanên hanê berê mafê akredîteyê bi dest xistibûne. Lê piştre lîsteya rojnamevanan dane hikumeta Tirk û 32 rojnamevan akredîteya wan tê betalkirin.
Li gorî nûçeya Markûs Decker ê ji rojnameya "Mîtteldeûtsche Zeîtûng" ev tişt tê diyarkirin:
"Bi îxtîmaleke mezin Erdogan di dema civînê de ji Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkelê re dibêje ‘Yan divê ev 32 rojnamevan neyên vê derê, yan jî ez ê beşdarî civînê nebim’. Ji ber vê jî ji bo ku mijar zêde mezin nebe, Merkel nexwest ku rojnamevan beşdarî civînê bibin."
Li ser vê tiştî polîs bi lîsteyeke di destê wan de geriyan. Navê rojnamevanên ku Erdogan nexwestiye ew werin û yên beşdarî civînê bûne, polîsan didan ber hev.
Nûçeya ANF’ê ya têkildarî mijarê:
https://anfkurdi.com/rojane/polisen-elman-u-mIt-li-hamburge-bi-hev-re-xebitin-83115