Aştîxwaz neparastin, lê ji kujeran re bûn mertal

Di rûniştina Doza Komkujiya Enqereyê de, di navbera parêzeran û polîsan de rageşî derket. Balkêş bû di nava vê aloziyê de polîsan bi mertalên xwe bersûc parastin.

4. rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya GAR a Enqereyê, di roja 2. de li salonên Dadgehên Cezayê Giran ên Enqereyê yên 10. û 11. dewam dike. Dadgeh ji aliyê polîsên hêzên çevîk û jendermeyan ve hatiye dorpêçkirin. 

Xizmên kesên hatin kuştin, xizmên bersûcê girtî, parêzerên bersûcan û parêzerên kesên hatin kuştin derbasî salonê bûn. Ji ber polîsan nasnameya parêzeran jî xwest di navbera polîs û parêzeran de rageşî derket. Malbatan jî gotin "Êrîşî parêzerên me nekin" û nerazîbûn nîşanî polîsan dan. Piştre polîs û jendermeyan malbatên bersûcan xistin bin parastinê. 

Piştî heyeta dadgehê hat, rûniştina dozê dest pê kir. Bersûc Cuma Dabaniyassi bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Dadger li ajokarên texsiyê yên xwekuj siwar kiribûn guhdarî kir. Rûniştina dozê bi daxuyanî û parastina parêzeran dewam dike.