Bi ruhê 14'ê Tîrmehê parastina Efrînê

Hêzên Azadiya Rojava û Fermandariya Efrînê ya YPG û YPJ'ê diyar kirin, ku wê bi qehremaniyek mezin li dijî êrîşên artêşa Tirk a faşîst û dagirker li ber xwe bidin. 

Artêşa Tirk a bi serkêşiya Tayyîp Erdogan, ev demeke li ser sînorê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê leşkeran kom dike. Herêmên Efrîn û Şehbayê jî her roj bombebaran dike. Tê dîtin ku bomberdûman di van rojên dawî de zêde bûye û her roj çend sivîl ji ber van êrîşan têne kuştin. Di rastiyê de bomberdûmana artêşa Tirk, tê wateya îlankirina şerê li dijî Rojavayê Kurdistanê. Bi vî rengî here, di navbera komên çete û faşîst yên girêdayê artêşa Tirk û hêzên azadiya Rojavayê Kurdistanê YPG û YPJ'ê de wê şerekê pir bi dijwar destpêbike.

Baş e, artêşa Tirk a faşîst çima niha êrîşê Efrîn û Şehbayê dike? Gelo careke din çima li dijî heremên Rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşan kirin? Bêguman bi pêşketinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Artêşa Tirk û rêveberiya AKP'ya ku li beramberê berxwedana gel û gerîlayên li Bakurê Kurdistanê de tengav bûye, bi êrîşên liser Rojavayê Kurdistanê re hewldide, armancên xwe veşêre û bala herkesê bikişîne aliyek din. Bi vî rengî jî dixwazin hestên şoven û faşîst yên li Tirkiyeyê hê bêtir pêşbixwînin.

Her çendî aliyekê vê ev be jî, lê armanca esasî; sabotekirina pêngava li Reqayê ji aliyê Hêzên Suriyeya Demokratik ve hatiye despêkirine û rizgarkirina çeteyên faşîst yên DAIŞ'ê ye. Tevî gef , lavakirin û bazariyên li hemberê Emerikayê jî, nekarîn pêngava Reqayê bidin rawestandin û dema rêveberiya AKP'ya faşîst li derveyî pêngavê man; xwestin bi êrîşên li Şengal, Minbic û Qereçoxê pêngava QSD'ê ya şoreşger asteng bikin. Lewma êrîşa liser Efrîn û Şehbayê berdewamiya vê konseptê ye.

Rêveberiya AKP'ya faşîst û artêşa wî ya Tirk bi gefxwarina li Efrîn û Şehbayê re dixwaze li van hereman de şerekê pêşbixwîne,êrîşên  hêzên YPG û YPJ'ê yên li dijî Reqayê lewaz bikin û liser vê bingehê jî, parastina DAIŞ'ê daxwaz dikin. Lewra pir ditirsin ku, faşîzma DAIŞ'ê li Reqaya ku weke paytexta xwe îlan kirine de wenda bikin û têkiliyên AKP û DAIŞ'ê hê zêdetir eşkere bibin. Herwiha dixwazin tevlî şerê li Suriyeyê bibin û di têkoşîna li Rojhilatê Suriyeyê de jî rol bigrin.

Eger werî bîra we, di 5'ê Hezîranê de dema ku hêzên Suriyeya Demokratik pêngava rizgarkirina Reqayê dan destpêkirin, tevahiya hêzan xistibû tevgerê û di hevsengiya Rojhilata Navîn de hejandinekê pir mezin derxistibû holê. Bi vê rastiyê ve girêdayî, îtifaqê Îran û Iraqê hêzên Heşdî Şahbî liser Şengalê re ber bi sinorê Suriyeyê ve xiste dewrê, bersiva li dijî vê de jî; Emerîka û hevpeymanên wê yên li heremê, aloziya Qeter û êrîşên li Tehranê li dijî gora Îmam Xûmeynî û meclisa Îranê de xwe nîşan dan. Rastiya Rojhilata Navîn ya ji Reqayê heya Qeter û Tehranê pê dihejin, hate afirandin û têkoşîna li Rojhilatê Suriyeyê de bileztir kirin. Niha êrîş û gefên faşîzma AKP û MHP'ê liser Efrîn û Şehbayê, ji ber lêgerîna bi cihgirtina di têkoşîna liser Rojhilatê Suriyeyê de ye.

Diyar dibe ku têkoşînekê bi giştî liser Rojhilat û Bakurê Suriyeyê tê jiyîn. Ev qadene, statûkopariziya Dewlet-Netewe'ya faşîst a li herêmê liser pêyan digire, ji binyat û modela Dewlet-Netewe'ya  Tirkiye û Îranê re weke jiyanê girîng e. Ev qadene mîna deriyên ji Rojhilata Navîn in. Dewleta TC dixwaze liser xeta Cerablûs û Babê de deriyê Helebê vekirî bimîne, dewleta Îranê jî dixwaze xeta Kembera Şiî ya liser Dêyrazor re derbas dibe û ji Tehranê heya Beyrûdê  ava bikin. Ev her dû dewlet jî liser vê bingehê dixwazin bibin hêzên herêmê yên hegemonîk û armanç dikin ku, dijminahiya Kurdan bê sinor pêkbînin.

Pîr zelale ku, li Rojhilata Navîn de pêşxistina şoreşa demokrasi û azadiyê, encex bi paşdexistin û rûxandina sistema Dewlet-Netewe'ya Tirkiye û Îranê mûmkûn e. Qada vê têkoşînê ya herî girîng jî, qada Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ye. Li Bakurê Suriyeyê de bi girtina deriyê Helebê re di seranserê sînorên Suriyeyê de dor li Dewleta Tirk a faşîst werî girtin, bi heman rengî projeya dewleta Îranê ya Kembera Şiî jî ji xeta Dêyrazorê werî qutkirin; tê wateya vekirina pêşiya Şoreşa Demokratik a Rojhilata Navîn. Lewma di herdû qadan de jî berpirsyariyek mezin û girîng dikeve liser milê Hêzên Azadiya Kurd û Qûwetên Suriyeya Demokratik.

Kurd ji ber berpirsyariyên xwe yên dîrokî di zanebûna vê berpirsyariyê de ne û xwe bi fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwedekirin û xebatên belavkirina vê zanebûnê jî, di nava civaka Ereb de, bi eşkere tên dîtin. Bi vî rengî her mîna serdema fermandarê dîrokî Selahattin Eyyûbî de jî, têkilî û hevgirtinek Kurd-Ereb'an carekdin derdikeve holê. Ev hevgirtine, li herêmê de li dijî faşîzma Netew-Dewletê li ber xwe dide û bi Şoreşa Demokratik a Rojhilata Navîn re, Rojhilata Navîn a Demokratik û nû jî ber bi neqişandinê ve diçe. Jiber vê sedemê jî, di xeta Reqa û Dêrazorê de qasî ku li dijî faşîzma  DAIŞ'ê bi qehremanî şer dikin, wê li dijî gef û êrîşên artêşa Tirk a faşîst jî, Efrîn û Şehbayê bi qehremanî biparêzin.

Hêzên Azadiya Rojava û Fermandariya Efrînê ya YPG û YPJ'ê diyar kirin, ku wê bi qehremaniyek mezin li dijî êrîşên artêşa Tirk a faşîst û dagirker li ber xwe bidin. Ji xwe li dijî bomberdimanên artîşa Tirk, di heman demê de bersiv tên dayîn û her bersivek jî biserketî ye.
Dîsa, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê jî, li dijî êrîşên TC'ya faşîst got; divê berxwedana Efrîn û Şehbayê jî, bi rihê Berxwedana Kobanê lêxwedî derketin û piştewanî were nîşan dan û liser vê bingehê bang li herkesê kirin.

Kurdên ku li dijî êrîşên faşîzma DAIŞ'ê stûyê xwe xwar nekirin û bi qehremanî li ber xwe dane, wê li dijî êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê yên dagîrker jî, bi dilêrî û lehengî li ber xwe bidin. Di serî de Ereb û seferberkirina tevahiya gelên herêmê, bi piştevaniya mirovahiya azad re, wê faşîzma AKP-MHP'ê wenda bike û bê rûxandin. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê wê bi rihê berxwedana Kobanê, bi rihê bexwedana Cizîr û Sur'ê li ber xwe bidin û teqez biserkevin. Ya herî girîng jî, wê bi rihê Berxwedana sala 1982'an 14'yê Tîrmehê  Rojiya mezin ya Mirinê, bi rihê Apoger yê qehreman û zaferê li berxwe bidin. Wê bi rihê Kemal Pîr û Destan'an li ber xwe bidin, tevahiya ciwan û kedkarên Tirkiyeyê jî bikşînin nava vê berxwedanê de.

Em di mehekê nû ya Tîrmehê de ne û berxwedana 14'yê Tîrmehê,  Rojiya Mezin ya Mirinê dikeve salvegera xwe ya 35'an. Bi salvegera vê "Roja Rûmeta Neteweyî" de yê ku ev afirandiye, Rêber Abdullah Ocalan silav dikin û dûbare dibêjin; em ê bi biryar di xeta 14'yê Tîrmehê de bimeşin. Şehîdên nemir yên qehremaniya 14'yê Tîrmehê, M.Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêz û hûrmet bibîrtînin û jiyandina bîranînên wan û soza serkeftina armancên wan dûbare dikin. Di 36. saliya Berxwedana Mezin a 14'yê Tîrmehê de, wê gelê Efrîn û Şehbayê li dijî tevahiya êrîşên faşîzan, bi rihê 14'yê Tîrmehê xwe biparêzin û wê teqez biserkevin.

Bêguman ne tenê gelê Efrîn û Şehbayê, wê tevahiya gelê Kurdistanê bi rihê 14'yê Tîrmehê li ber xwe bidin û sedî sed bi ser bikevin. Çava ku li zîndanên Amedê de li dijî rejîma leşkerî û faşîst ya 12'ê Îlonê li ber xwe dan û qezençkirin, wê li dijî dîktatoriya Erdogan-Bahçelî jî li kolanên Amedê de li ber xwe bidin û biserkevin. Lewra di ketina xwe ya sala 36'an de jî, rihê zafer û berxwedanê yê 14ê Tîrmehê hîna weke roja destpêkê nûye û teze ye. Jiber ku biryara berxwedanê, di sala 1982'an di 14'yê Tîrmehê de hatiye dayîn û wê her Kurdekê bi xwedan rûmet jî, pêwîstiyên vê biryara mezin û dîrokî bicihbînin. Fermana Şehîdan, Rêbertî û bendewariya gelan vê yêkê ji me dixwazin. Li dijî faşîzma AKP-MHPê, li tevahiya Kurdistanê de wê biqehremanî li ber xwe bidin û bi serkeftinê daxwazên vê fermana dîrokî werin bicihanin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA