'Parêzvanên mafên mirovan wê ti carî bê deng nemînin'

Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê, êrîşên hikumeta AKP'ê yên li hemberî parêzvanên mafên mirovan bi 'dînîtiyê' pênase kirin û gotin, ew ê ti carî bêdeng nebin.

Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, li ser parêzvanên mafên mirovan ên li Buyukada hatin binçavkirin ji ANF'ê re axivîn.

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, êrîşên hikumetê yên li hemberî parêzvanên mafên mirovan bi gotina 'dînîtiyê' pênase kir û got, hikumet her kes û saziyên mîna desthilatdariyê nafikire, "ajan" û "terorîst" îlan dike.

Keskîn diyar kir, ew bi salan e bi mirovên navborî yên hatine binçavkirin re ji bo mafên mirovan têdikoşin û anî ziman, ku nûnerên ÎHD'ê jî wê beşdarî civîna parêzvanên mafên mirovan Lê hatin girtin bibûna, lê belê di kêliya dawî de karê wan derketiye, lewma neçûne.

Eren Keskîn diyar kir, ev operasyon operasyoneke mezin e ku li dijî hemû rêxistinên mafên mirovan ve hatiye kirin û got, "Dixwaz civakeke hatiye bêdengkirin bafirînin. Ji bo vê armanca xwe jî dixwazin di destpêkê de beşê civakê yê herî zêde daxive, yanî parêzvanên mafên mirovan bêdeng bikin."

'EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'

Keskîn destnîşan kir, nabe ku têkoşîna mafên mirovan weke karekî sîxuriyê bê nîşandan û da zanîn, bi vê rêbazê re peyama "bêdeng bin, desthilatdariyê rexne nekin" tê dayin. 

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir, ku armanca vê operasyonê zelal e û destnîşan kir, ku parêzvanên mafên mirovan wê bêdeng nemînin û ya pêwîst çibe wê wî tiştî bikin. Keskîn xwest parêzvanên mafên mirovan ên binçavkirî tavilê bên berdan.

'DOSYAYÊN KU BERÊ HATINE AMADEKIRIN, DANÎNE PÊŞIYA DOZGER'

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî diyar kir, ku divê ev şaştiya hatiye kirin derhal bê sererastkirin. Turkdogan anî ziman, ku bêyî haya dozger jê hebe, MÎT'ê lêpirsîn meşandiye û binçavkirin jî bi MÎT'ê re hatiye kirin. Turkdogan got, dosya lêpirsînê rojek piştî binçavkirinê gihîşt ber destê Dozgerê Komarê yê Stenbolê û qala bêhiqûqiya hatiye kirin, kir:

"Ya rast, haya dozger ji tiştekî nîne. MÎT û polîsan parêzvanên mafên mirovan binçav kirin, piştre dosya çêkirin û danîn ber dozger. Ev prosedureke asayî nîne... Medya alîgir, hewl dide ji ber xwe ve delîlan li dijî mirovên hatine binçavkirin bafirîne. Lê belê nikarin tiştekî bafirînin, ji ber ku ji bilî gotegotan tiştek nîne. Çima tiştek nîne, ji ber ku yên hatine binçavkirin parêzvanên mafên mirovan e. Ne ew kes in ku di nava komployekê de cih bigirin; mirovên naskirî ne."

Turkdogan diyar kir, ku wan giliyê medya alîgirê AKP'ê ya nûçeyên derew çêdikin, kirine.

'HIKUMET ŞAŞITIYEKE MEZIN DIKE'

Turkdogan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku hikumet bi binçavkirina parêzvanên mafên mirovan de şaşitiyeke gelekî mezin dike û bang li hikumetê kir ku lêborînê bixwaze.