Polîsên Elman û MÎT li Hambûrgê bi hev re xebitîn
Derket holê, polîsê Elman lîsteya rojnamevanên di hefteya bihurî de tevlî civîna bilind a G-20'ê bûn, tevî MÎT'ê amade kiriye.
Derket holê, polîsê Elman lîsteya rojnamevanên di hefteya bihurî de tevlî civîna bilind a G-20'ê bûn, tevî MÎT'ê amade kiriye.
Du ji rojnamevanên polîsên Elman di kêliya dawî de akredîtasyona wan betal kirin, li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.
Civîna bilind a lîderên 20 welatên pêşketî yên cîhanê, ku dawiya hefteya bihurî li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê pêk hat, ji gelek aliyan ve di bîra mirovan de ma. Tevî xwepêşandanên Kurdan ên dijberiya rejîma Erdogan, gelek kokmên çep û sosyalîst çalakiyên protestoyî kirin. Ji bilî van xwepêşandanan, têkildarî bûyerên şîdetê yên dema civîna G-20'ê rû dan, polîsên Elman li gelemperiya Ewropayê dest bi lêpirsîneke berfireh kirin.
Li gorî polîsên Elman, piraniya xwepêşandêrên tevlî van bûyeran bûne, endamên rêxistinên çep ên radîkal ên ji Îtalya, Fransa, Swîsre û Hollandayê hatine. Wekî din, derket holê ku polîsên Elman di civîna bilind de ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî tevlî bû, hevkarî bi îstîxbarata Tirk re kiriye.
Li gorî agahiyên di medya Elman de hatin weşandin, ji rojnamevanên akredîtasyona wan ji bo Civîna Bilind a G-20'ê hate qebûlkirin, akredîtasyona 32 ji wan di kêliya dawî de hatiye betalkirin. Di destpêkê de qenala televîzyonê ya dewletê ARD'ê ev rewşa sosret a akredîtasyonê xist rojevê. Hat ragihandin, polîsên Elman di dema civîna bilind de bi lîsteya rojnamevanên qedexekirî ku weke 'lîsteya reş' tê binavkirin, digeriyan.
POLÎS DI CIVÎNA BILIND DE BI LÎSTEYA QEDEXEYAN DIGERIYA
Li gorî agahiyan, polîsan lîsteya rojnamevanên hatine qedexekirin bi lîsteya rojnamevanên ji bo şopandina civîna bilind hatibû, danîn ber hev. Piştî nûçeya ARD'ê, saziyên civakî yên sivîl û rêxistinên çapemeniyê nerazîbûn nîşanî hikumeta Merkel û polîsê Hambûrgê dan.
Rayedarê Federal ê ji Parastina Daneyên Şexsî Berpirsyar Andrea Vosshoff jî ragihand, ku wê li ser mijarê dest bi lêkolînê bikin. Hikumeta federal jî diyar kir, ji ber gumanên ewlekariyê wan akredîtasyona 9 rojnamevanan betal kirine.
4 ROJNAMEVANÊN QEDEXEKIRÎ LI KURDISTANÊ XEBITÎNE
Têkildarî rojnamevanên mayî, daxuyaniyeke berfireh nehate kirin. Li gorî rojnameya Suddeûtsche Zeîtûngê jî, çar ji rojnamevanên akredîtasyona wan hate betalkirin û navê wan li 'lîsteya reş' hate bicihkirin, beriya niha li Bakurê Kurdistanê xebitîne.
Ji van rojnamevanan, nûçegihanê wênegir Bjorn Kîetzmann û Chrîs Grodotzkî, sala 2014'an dema li Amedê dixebitîn ji aliyê polîsên Tirk ve ji bo demeke kurt hatin binçavkirin.
Polîsên Elman, ji bo valahiyeke ewlekariyê dernekeve, lîsteya rojnamevanên li civînên bilind ên navneteweyî akredîte hatine kirin, radestî rêxistinên îstîxbaratê yên welatên hatine vexwendin dikin. Rêxistinên îstîxbaratê yên biyanî jî van lîsteyan kontrol dikin û biryara dawî li ser akredîtasyona wan dide. Ev rewş weke derbek li karê rojnamevanan tê dîtin.