Nûçeya Lezgîn: Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Derxistina ji kar têrê nekir, qeyda wî jî ji nifûsê rakirin!

Endamê Egîtîm-Senê mamoste Mazlûm Çetînkaya, piştî ku bi biryarnameyê ji kar hate derxist, qeyda wî jî ji nifûsê hate rakirin.

Ji mirovên bi biryarnameyên Rewşa Awarte ji kar hatin avêtin, endamê Egîtîm-Senê mamoste Mazlûm Çetînkaya, piştî derxistin ji kar qeyda wî jî ji nifûsê hate rakirin. Çetînkaya dema ku ji bo karekî çû noterê, pê hesiya ku qeyda wî jê hatiye birin û got, "Xuya ye piştî derxistina ji kar, biryarnameyeke 'najîn' weşandine, lê haya me jê nîne."

Endamê Egîtîm-Senê Mazlûm Çetînkaya, dema li gundekî Beykozê mamoste bû, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnî de ya bi hejmara 675'an, ku roja 29'ê Cotmehê li Rojnameya Fermî hate weşandin, ji kar hate dexistin. Endamê Egîtîm-Senê Mazlûm Çetînkaya, ku ev 6 meh in tevî hevalên xwe li Altiyol a Kadikoyê li ber xwe dide, niha jî bi rewşeke trajî komîk re rû bi rû ye. Mîna ku derxistina ji kar têrê nekiriye, derket holê ku qeyda Çetînkaya ji nifûsê jî birine. Çetînkaya roja 7'ê Tîrmehê dema çû Noter a 6. a li Beylîkduzu, pê hesiya ku qeyda wî hatiye jêbirin.

NEÇAR E ÎSPAT BIKE KU DIJÎ

Çetînkaya ji ANF'ê re qala bûyerên bi serê wî ve hatine kir: "Ji bo karekî kirîn û firotinê, tevî hevalekî xwe em çûn noterê. Piştî ku min nasname û ewraqên xwe da noterê û ev hemû hatin erêkirin, ji bo meqbûzê bigirim çûm vezneyê. Min nasnameya xwe da wezîfedar. Wezîfedar kete sîstema qeydê û got ku ji vê nûmaraya nasnameyê ya TC qeydek nîne. Di destpêkê de ji me hebû ku şaşitiyek bûye. Me destpêkê got, 'dema ku li Beykozê mamoste bûm, dibe ku ji ber guhertina adresê qeyd xuya nake'. Lê belê adresa min a li Meletiyê hê heye. Karmendê wezîfedar got, 'cara yekê ye tiştekî bi vî rengî dibînim' û gelek caran nûmara nasnameyê ya TC nivîsand. Lê kir nekir qeyda min xuya nekir. Noter jî matmayî ma. Min ji wan re got, ku ez mexdûrê biryarnameyê me. Lê wan gotin, di rewşeke bi vî rengî de jî divê qeyda min jê nere û rewş fêhm nekirin. Di dawiyê de gotin, heta ku ez îspat bikim ku dijîm, nikarim meqbûzê bigirim û karê min betal bû. Ewraqên min çirandin û avêtin çopê."

EZ DIJÎM, LÊ NÎNIM

Çetînkaya xwe kar dike ku ji bo îspat bike ew dijî, îro (10'ê Tîrmehê) biçe Midûriyeta Nifûsê ya Kadikoyê û got, "Gelo ez mirim e lê haya min jê nîne? Ya jî piştî derxistina ji kar biryarnameyeke din a 'najî' derxistine, lê haya min jê nîne."

Çetînkaya ku di heman demê de çîrokan jî dinivîsîne got, "Bifikirin, ez hem dijîm hem jî nînim. Tiştekî trajîkomîk e. Min nav ji çîroka xwe ya nû re dît: Mazlûm hem dijî hem najî."