Leşkerên Tirk berdan hev: 4 ji hev kuştin
Li Qereqoleke Jendermeyan a li Manîsayê 4 leşker hatin kuştin.
Li Qereqoleke Jendermeyan a li Manîsayê 4 leşker hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên medya Tirk, leşkerekî Tirk ê dîn bû 3 leşkerên din kuşt û di dawiyê de xwe kuşt.
Bûyer li Qereqola Jendermeyan a Navçeya Kûla ya Manîsayê rû da. Hat îdîakirin, leşkerek bi tivinga xwe ketiye qewîşa leşkeran, gule li leşkeran reşandiye û di encamê de 3 leşkerên razayî kuştiye, 3 jî birîndar kiriye. Tê gotin, leşkerê êrîşkar di dawiyê de jî xwe kuştiye.
Di bûyerê de bi giştî 4 leşker mirin, 3 leşker jî birîndar bûn. Li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kir.