Tûra 7’emîn a hevdîtinên Cenevreyê ya li ser Sûriyeyê dest pê kir

Hevdîtinên Cenevreyê ya ji bo li Sûriyeyê çareseriya siyasî pêk bîne ji aliyê NY tê lidarxistin, tûra wê ya 7’emîn hate destpêkirin.

Hevdîtinên Cenevreyê ya ji bo li Sûriyeyê çareseriya siyasî pêk bîne ji aliyê NY tê lidarxistin, tûra wê ya 7’emîn li ofîsa Cenevreyê ya NY hate destpêkirin.

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra û koma xwe ligel Nûnerê Sûriyeyê yê NY Beşşar Caferî û heyeta rejîmê di destê sibehê de civiyan.

Hevdîtina bi heyeta rejîmê re didome û tê payîn ku Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Mîstûra bîsteke din bi heyeta ‘mûxalef’ê re jî bicive.

Di hevdîtinan de tê plankirin ku mijarên rêveberiya derbasbûnê, destûra bingehîn a nû, hilbijartin û têkoşîna li dijî terorê werin nîqaşkirin.

Li Cenevreyê heta niha Kurd ên ku li herêmê hêza herî mezin a siyasî û leşkerî ne, nehatine vexwendin û di 6 hevdîtinên heta niha de jî tu encam nehatine bidestxistin.

Di hevdîtinan de hêzên ku li qadê tu hebûna wan tune û li ser navê muxalefetê tên vexwendin û ji dêvila ku çareseriyeke siyasî ji şerê li Sûriyeyê bibînin her dem berjewendiyên hêzên herêmî yên ku dixwazin li Sûriyeyê bibin xwedî peyv, derkete pêş.

Tê payîn ku hevdîtinên Cenevre-7’ê di 15’ê Tîrmehê de bi dawî bibe.