Demîrtaş bersiv da Erdogan: Tê zanîn bê kî terorîst e

Demîrtaş peyamek şand û ev bersiv da Erdogan: "Bi HDP û hemû dostên HDP'ê re em ê li girtîgehan û li derve li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Û bawer bike; ji aliyê dîrokî ve em ê bi ser bikevin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê bangeke vekirî li Tayyîp Erdogan kir.

Daxuyaniya Demîrtaş a bi sernavê "Banga vekirî a li Serokê Giştî yê AKP'ê" hate dayin, bi vî rengî ye:

"Beriya her tiştî, ez wê heqareta ku di şexsê min de te li vîna bi mîlyonan mirovî kir, li te vedigerînim. Lê ji aliyekî din ve jî, ji ber vê mikurhatinê 'ez spasiya te dikim'.

Tu bi xwe li xwe mikur hat, ku darizandina me eleqeya xwe bi dadgeriyê re nîne û tu bi xwe biryara vê dide. Lewma te em ji zor û zehmetiya îspatkirina vê rastiyê rizgar kir.

Ez bi rengekî vekirî bang dikim: Ev 8 meh in dozger û hin dadgerên te hewl didin delîlekê peyda bikin ku min di bûyerên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê de bang li gel kiriye ji bo kolanan xera bike û hilweşîne. Lê bû 8 meh, hê delîlek jî peyda nekirine. Eger li ber destê te delîleke wiha heye, ji te dixwazim ku tu wê delîlê radestî van dozgerên bi rengekî neçare li delîleke dijî min digere, bike.

Beriya bêm darizandin, te ez weke terorîst îlan kir û hikum da ku min 54 kes daye kuştin. Lewma 'spasiya te dikim' ku te bi xwe darizandina ji niha û pê ve bê kirin, bê wate û ne hewce kiriye. Zû ya jî dereng, ez ê derkevim pêşberî dadgeran. Li wê derê wê zelal bibe bê kî terorîst e, kî kujer e. Beriya vê yekê, ji xwe li cem Xwedê tê zanîn bê kî çi ye.

Di vê navberê de, 44 ji 54 welatiyên me yên di dema bûyerên Kobanê de hatin kuştin, endamên HDP'ê bûn. Di bûyerên Kobanê de dema mirov li nava kolanan hatin kuştin, li Cizîr û Sûrê dema bajar hatin xerakirin û sivîl hatin kuştin, walî, fermandar, midûrê polîsan, dozger û dadgerên li ser wezîfê bûn, heman kesên ku bi hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê rabûn.

Tevî ku tu dizane ev kesên navborî di nava hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê de ne û bi sedan welatiyên sivîl bi xwînxarî kuştine, li şûna ku tu para wan a di provojasyon û komkujiya 6-8'ê Cotmehê de lêpirsîn bike, tu hemû sûcî dixe stuyê min û hewl dide ji hevrikekî xwe yê siyasî tolê hilîne. Ev Ev yek xeflet e.

Berpirsyarê siyasî yê sereke yê her bûyera li welêt diqewime, tu bi xwe ye, ji ber ku ev 15 sal in tu welêt bi rê ve dibe. Tu hewl dide vê bide jibîrkirin lê bala me li ser vê ye.

Tevî ku di nava çar dîwaran de me; tu bi rengekî neheqî di nava panîkê de êrîşî min dike. Ev helwest dûrî merdbûyînê ye. Dixwazim tu baş bi vê zanibe; ji bilî Xwedê ji kesî natirsim. Ez ê nekevim nava helwesteke erzan û ne ji te ne jî ji kiryarên te yên zilmê rehmê nexwazim. Eger zanibim ku emrê xwe yê mayî li girtîgehê derbas bikim jî, ez ê bêrûmetî û teslîmiyetê ti carî qebûl nekim.

Bi HDP û hemû dostên HDP'ê re em ê li girtîgehan û li derve li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Û bawer bike; ji aliyê dîrokî ve em ê bi ser bikevin.

Ez li hucreyeke bi tîpa F jî bim, wijdanê min rehet e, tirsa min nîne û kêfxweş im. Dixwazim tu bi vê zanibe. Lewma, ji kerema xwe ji bo min 'nekeve nava endîşeyan'."