Mîrateya gemarî ya ku JÎTEM'ê radestî AKP'ê kir: Hîzbûllah

AKP, bi hemû derfetên dewletê Hîzbûllahê diparêze û ji bo ji nû ve weke hêza kontra bi kar bîne, amade dike.

Gotina Erdogan "mirovên me yên bawermend divê li dij PKK’ê derdikevin" ku her cara ku tê Kurdistanê û dibêje ne belesebep e.

Dewleta Tirk ku li pêşberî serhildana Tevgera Azadiya Kurd a li Botanê û Amedê dayî dest pê kirin neçar mayî, piştî qorîciyan Hîzbûllah a ku bi komên biçûk li derdorra pirtûkxaneyan ava kirî piştî salên 80’î sazkar kir.

Hîzbûllah ji doh ve bi vê razî bû. Li gorî lîderên wan Huseyîn Velîoglu bi bikaranîna ‘îmkanên dewletê’ kuştina Kurdên ku ji bo wan ‘murted’ bûn û  dewletê destûrê dayî, ji hêla dînî ve ne arîşeyek bû. Ji bo vê jî bi cemeatê dî yên Îslamî re nîqaşên tund çêbûn. Ên ku li dij vê derketin bi alîkariya dewleta Tirk êrîş bi ser wan de birin, an hatin kuştin an jî neçar hatin hiştin ku cihê lê ne biterikînin û tasfiye kirin.

Li gorî raporên Komîsyona Lêkolînê ya TBMM’ê Hîzbûllah li Êlih û Farqînê di bin kontrola leşkerî de hate perwerdekirin.

Derbarê Hîzbûllahê de ku bi raporên îstîxbaratê yên ku dewletê dayin li dijî rewşenbîr û welatparêzin Kurd êrîş pêk dianîn û bi sedan kes înfaz kirin, piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Odalan bi komployeke navnetewî hate girtin biryara tasfiyekirina wê hate dayin.

Li gorî dewletê wê demê mantiqa, ‘’PKK qediya, Kurd şikestin, êdî pêdivî bi maşikê nîn e’  sazkar bû. Piştî ku Huseyîn Velîoglu hate tasfîyekirin gelek rêveber, endam û tetîkkêşên Hîzbûllahê hatin binçakirin, girtin. Êdî hewceyî bi vê rêxistina kontrayê nemabû. Lê berevajî ya ku dihate hêvîdikirin Tevgera Azadiya Kurd ranewestiya, zêdetir xurt bû û geş bû.

Dewlet ji ber ku Kurdan dev ji lêgerîna azadiyê neqeriyan careke dî bi destê AKP’ê Hîzbûllah dane pêş. Pêşî ji bo Hîzbûllaha  payebilind ‘girtîbûna dema dirêj’ hincet hate nîşandan, serbest hatine berdan. Di nav wan kesan de ku hatibû berdan lîderê niha yê Hîzbûllahê Edîp Gumuş jî hebû.

Tenê bi berdanê jî sînordar neman, Hîzbûllah kirin legal. Piştî ku Hîzbûllah di hilbijartinan de piştgirî da AKP’ê xelata wê ew bû bi xebateke berfireh û propagandayê ji dewletê kadro standin.

AKP’ê Hîzbûllah kire bin parastina dewletê de, bi her hawî destek da Hîzbûlalhê, ew beriqand û weke hêza kontra dide sekinandin. Ji bo vê ye her cara ku Erdogan tê Kurdistanê dibêje, ‘’mirovên me yên bawermend divê li dijî PKK’ê helwesta xwe diyar bikin.’’

DERKETINA HÎZBÛLLAHÊ

Rehekên Hîzbûllahê û  gelek komen nerm, marjînal û faşîst xwe dispêrin beriya 1980’î, Yekîtîya Talebeyên Tirk ên Millî. Ev komele legal bû. Her koma Îslamî û nîjatperest dikarîbû di nav vê komeleyê de cihê xwe bistîne. A ku ew dianîn cem hev dijmijatiya li Kurdan û çepgiran bû. Dewleta kûr ji her hêlê ve destek dida wan.

Şoreşa Îslamî ya ku Ayetullah Humeynî li Îranê kirî, li Tirkiyê ji  bo gelek komên marjînal re bûbû hêvî. Dema ku rejîmeke Şiî li Îranê dihate ser kar, ev ji bo komên Sinnî yên Tirkiyê ku şerîat dixwestin nedibû problem. Çawa jî be rejîmeke ku wê destekê bide wan hatibû ser rûyê dinê.

Îranê jî ti arîşe nedît ku alîkariyê nede van. Di îxrackirina şoreşê de û di perwerdehiya leşkerî û xizmeta lojîstik de ji bo kesên ku ji derve dihatin tekane rayedar serokê îstîxbarta derve yê Îranê Alî Fallahyan bû. Îran li gel welatên kendavê, li Misir, Cezayir, Lubnan û Tirkiyê jî giranî da xebatên çandî.

Piştî guherîna rejîmê guherînên dînî, çandî, siyasî, aborî û şerê Îran û Iraqê, kasêtên vîdeo yên VHS’ê bi dizîka dixistin Tirkiyê û bi van kasêtan komên marjînal xebatên xwe yên propagandayê dikirin.

NAVENDA PÊŞÎ STENBOL BÛ

Navenda pêşî Stenbol bû. Piştre Êlih û Amed. Pirtûkên Humeynî, Elî Şeraîtî û weşanên ku propagandaya şoreşa Îranê dikirin li Tirkî dihatin wergerandin û li Stenbolê dihatin weşandin. Piştre ev pirtûk bi pirtûkxaneyên ku dihatin vekirin dişandin bajarên mihafezakar ên Kurdistanê û Tirkiyê.

Têkiliya komên Îslamî yên Kurdistanê salên 1980’î bi Îranê re dest pê kirin. Ji bo Îranê hîç ne girîng bû ku komên ji Tirkiyê dihatin Sinnî bin. Ji ber ku dijminê hevpar Kurd û rejîma laîk bû.

Huseyîn Velîoglu û derdora wî ku  li Êlihê di nav Yekîtiya Talebeyên Tirk ên Millî de xebat dikrin, piştî 1981’ê  gelek caran diçûne Îranê, bajarê Kumê ku bi medreseyên xwe navdar e û li wir perwerdehiya çekdarî û teorîk distandin. Bi sedan kesên ku di avakirina Hîzbûllahê de cih girtin li bajarê Kumê perwerdehî standin û hatin Êlih, Amed û Stenbolê.

Piştî şoreşa Îslamî ya Îranê komên Îslamî yên Tirkiyê û Kurdistanê ku bi Îranê re têkilî danîn, li pirtûkxaneyan hatin cem hev, gotebêjî dikirin.

Di wê demê de ku hê navê Hîzbûllahê bi zelalî nedihate vegotin  Fîdan Gungor li Amedê pirtûkxaneyeke bi navê Menzîl û li Êlihê jî Îkra vekir.

Xebatên pêşî yên komikî vê demê dest pê dike.

VEQETÎNA ILIM-MENZÎLÊ

Piştî xebatên li Êlihê Velîoglu li Amedê bi cih dibe, li Sûrê, li pasaja Ewropa şîrketeke bi navê Diyar Ltd. vedike. Şîrket qelp bû.

Velîoglu vê demê li Amed, Êlih, Şirnex û Mêrdînê xebatên propagandayê dikir. Piştre alternatîfî pirtûkxaneya Menzîlê li Amedê 1983’an li cem Ulu Camiyê pirtûkxaneya Îlimê vekir.

Ên ku temsîla radîkal a Hîzbûllahê dikirin li pirtûkxaneya Îlimê ya bi pêşengiya Velîgolu de û Menzîlî jî bi pêşengiya Fîdan Gungor li pirtûkxaneya Menzîlê xebatên xwe yên propagandayê dikirin.

Li pêşberî têkoşîna çekdar a PKK’ê jî ji ber sedema nêzîkatiya wan a li PKK’ê nîqaşên kûr dest pê kirin. Li hêlekê dewleta laîk hebû ku hewl didin wê birûxînin û li hêla dî jî PKK hebû ku li dijî vê dewletê tevgera azadiyê dabû destpêkirin. Heke zor li wan bihata kirin ku tercîhê bikin wê li cem kê bisekinîna?

Koma Menzîlê ya bi lîdertiya Fîdan Gungor digot heka ew niha li dijî PKK’ê bisekinin ku PKK ji bo azadiya gelê Kurd li dijî rejîma laîk şer dike, ev ê xizmetek ji kufrê re be, dijminê wan ê pêşî rejîma laîk e û bi dewleta laîk re heke tevbigerin ev li dijî dîn e.

Baskê Ilîmê jî ku Velîoglu pêşengiya wê dikir ti şaşîtî nedidît ku bi dewletê re hevkariyê bike.

Velîoglu di weazên xwe de ji cemeata xwe re digot heta ku serhildaneke Îslamî dest pê neke li dijî sazî û dezgehên fermî divê ti çalakî neyên kirin, bila dewlet bizanibe ku ew li cem wan in, têkevin nav dewletê û hîn bibin bê ka ev sazîmanî çawa sazkar dibe.

Dewletê jî li dijî PKK’ê soz her cure alîkariyê dida. Velîoglu ji duh ve bi vê razîbû û bi dewleta kûr re kete nav têkiliyê.

Velîoglu li Amed, Êlin, Mêrdîn, Şirnex û navçeyên wê xebat kir. Sîstema qorîcitiyê ku dewletê li dijî PKK’ê 1985’an di ser êla Jîrkiyan de li Şirnex, Bêşabê dayî destpêkirin piştre jî   li Êlihê hate destpêkirin.

Êla Habizbinî ku Velîoglu ji vê êlê ye yek ji êla pêşî ye ku li Êlihê qorîcîtî qebûl kiriye.

Dewlet a ku li dijî PKK’ê nekarî xwe ragire, dîsa faktora ‘dîn’ ku her carê encam jê hêvî dikir sazkar kir. Bi helîkoptêran li gundan belavok têne avêtin û tê gotin PKK li dijî dîn e. Her wiha Hîzbûllah jî bi qorîciyan re li Êlih, Amed, Mêrdîn û Şirnexê li gundan digere û propagandaya wê tê kirin ku PKK li dijî dîn e.

MELAYÊ KU SELÎB DI SÛKRA WÎ DE

13’ê Hezîrana 1993’an gerîlayan bi ser baregeha Kesîktepe a Fermandariya Tabûra Komando a Jandarma ya Gorumlu a Silopa  Şirnexê de girt, hin leşker hatin kuştin.

Roja dî li gundiyê Derecîkê yê Gundê Gorumluyê ku 200 metroyî dûrî Tabûra Gorumluyê bû bi hinceta ku ‘alîkarî dane PKK’ê di nav de jin jî 10 kes hatin binçavkirin. Heman rojê gelek kesên ku qorîciyên Gorumlu gotin em wan nas dikin hatin berdan.

Lê careke dî agahî ji melayê gund Ibrahîm Akil, Hamdî Şîmşek û kurê wî Hîkmet Şîmşek ên ku bi eslê xwe Keldaniyên Xiristiyan bûn, ji Halîn Ozdemîr, M. Salih Demîrhan û Şemdîn Culaz agahî nehate standin.

Li gorî îfadeyên ku derbasî qeydên dadgehê bûne, bi fermana Fermandarê Tugaya Sînor ê 23. ê Şirnexê Tuxgeneral Mete Sayar 6 gundî hatin înfazkirin. Piştî ku hatin kuştin selîba ku Hamît Şîmşek ê Xiristiyan xistin sukra melayê gund Ibrahîm Akil û gotin, ‘ev ermenî ne’ û cenazeyên wan teşîr kirin. Piştre cenaze li araziya tabûrê hatin veşartin.

Rojnameya Hurriyetê wê demê bi navê ‘’Melayê Ermenî hate kuştin’ nûçe bi manşêtê dabû.

HUSEYÎN VELÎOGLU Û MELAYÊ ERMEN

Serhengê malnişîn bûyî Arîf Dogan ku îdîa dikir damezirînerê JÎTEM’ê ew e, piştî pirtûka wî ya bi navê ‘JÎTEM min ava kir’ tevlî bernameya 32. Gun a M.Alî Bîrand bû û got: 

‘’Ez ji we re behsa bûyerekê bikim. Gelê me ji hêla dîn ve nezan e. Wan dixapînin. Mînak carekê melayek hate kuştin. Me di sûkra wî de selîb dît. Dibînî? Yekî Ermen bi salan melatî kiriye, heta ku hatî kuştin jî haya kesekî ji vê çênebûye. Me ji Huseyîn û hevalên wî re got, çûn Îslama rast ji gelê herêmê re gotin. Rûyê rast ê vê rêxistinê ji gelê me re gotin.’’

‘’(Leşkerê bi navê Yusuf Ozdemîr ku 1993’an li Fermandariya Tabûrê yê Komando ê Jandarma a Gorumluyê leşkertî dikir 2010’an daxwaznameyek da Serdozgeriya Komarê ya Amedê û got bê ka gundî çawa hatine kuştin, çawa selîb kirine sukra melayê gund de û cihê ku gundî lê hatibûn veşartin, got. Piştî vê îfadeyê bi 2 salan li herêma navborî di xebata kolandinê de hestiyên 3 kesan hatin dîtin. Lê kesek nehate girtin. Dadgeh hê jî didome…)’’

XEBATÊN WAN ÊN PIR BAŞ HEBÛN

Serheng Arîf Dogan li Dadgeha Cezayê Giran ê 13. a Stenbolê, ku di nav çarçoweya lêpirsîna Ergenekonê de hatibû girtin, got ew Huseyîn Velîoglu nas dike û wiha got: ‘’Min ji Huseyîn re got, ‘’bi 4-5 kesan re gund bi gund bigerin, weazan bidin. Hîsên dînî yên gelê herêmê xurt in’’..Velîoglu gund bi gund digeriya û perwerdehiya dînî dida. Li Kercosê pewerdehî standin, perwerdehiya leşkerî nestandin. Bi weazan gel perwerde dikirin. Dema ku diçûna gundan û weaz didan qorîciyên gundan parastina wan dikir. Xebatên wan ên pir baş hebûn..’’

Arîf Dogan di pirtûka xwe de ji bo Velîoglu wiha jî digot: ‘’Velîoglu mirovekî pir dîndar bû û têr û tije bû. A rast zarokekî ulkucî bû. Me derfet da ku Velîoglu bi kadroyên ku wî hilbijartina xebatan bike. Li herêma Kercosê hatin bicihkirin. Velîoglu perwerdehî dida. Ev perwerdehî ne fiîlî lê nezerî bû. Wê biçûna nimêjê. Wê weaz jî bidana li mizgeftan. Me di cih de ekîb sazkar kirin. Gihan, li qadê bi ekîban hatin belavkirin.

DEST BI KUŞTINA MELAYAN KIRIN

Hîzbûllahî piştre cihên herî ewle yên ku wê xwe lê birêxistin bikirana mizgeft hilbijartin. Mizgeft ji bo vê rêxistina kontra tam xeftanekî fesilandî bû. Li mizgeftekê kîjan saeta rojê yan jî şevê ji propagandaya dîn, xwendina Qur’anê, civatên dinî normaltir çi hebû?

Hîzbûllah di bin parastina dewletê de ev pir baş bi kar anî. Seyda, mele û melayên mizgeftan ku dîtin ti têkiliya Hîzbûllahê bi dîn re nîn e, rêxistiniyeke kontra ye û piyon e ku li dijî tevgera azadiya Kurd hatiye derxistin, dereng neman û helwesta xwe nîşan dan. Ev tîpên ku mirov nizanîbû bezê guhê wan ji kû ye û dihatin li mizgeftan propagandaya Hîzbûllahê dikirin, ji hêla cemeat û melayan ve hatin qewirandin.

Hîzbûllah ku xwedî derfetên mezin ên propaganda, parastin û lojîstikê bû û ji mizgeftan hate qewirandin, li dijî melayan rahişte çekê.

Êrîşa pêşî 1991’ê li Êlih û Farqînê pêk hat. Li Êlihê melayê Mizgefta Nûrê Resûl îbak, melayê Mizgefta Amediye Abdurrahman Akyuz, melayê Mizgefta Rahmet Talat Turhan bi sator û rotan bi giranî hatin birîndarkirin.

Li gel êrîşan jî melayên Amed û Êlihê ji ber ku hê nehiştin ku ev rêxistin werin mizgeftan vê carê biryara kuştina melayên herêmê dan. Li Êlih, Farqîn û Amedê salên 1992-95’an ji 20’an zêdetir mela, kesên di rêya dîn de, di mizgeftê de, li derveyî mizgeftê hatin kuştin.

21’ê Kanûna 1992’an Mele Ubeydullah Dalar ku  li Amedê pir jê dihate hezkirin, li Şehîtlikê dema ku ji mizgeftê derketî bi rotan hate kuştin. Ev kuştin bû sedem ku cemeatên dînî ji Hîzbûllahê dûr bikevin.

Hîzbûllah melayên ku rûyê wan ê rastîn dîtî û nedihiştin ku ew biçin mizgeftan dikuştin an jî ew birîndar dikirin. Li dijî melayên ku bi wan nikarîbûn jî dij-propaganda dikirin.

QET GUMANA MIN JÊ NÎN E KU SÎXÛR E

Melayê navdar ê Mêrdînê Seyîd Mela Avdilkerîm piştî ku bi Velîoglu re civatê dike û niyeta wî ya rastî hîn dibe, ji nasên xwe re wiha dibêje: ‘’ Ez meraq dikim bê ka Velîoglu ji kîjan serwîsa îstîxbaratê re dixebite, naxwe ti şik û gumana min jê nîn e ku ew sîxûrek e.’’

Ji ber sedema helwestên ku wê werin Hîzbûllah êrîş nebire ser Seyid Mela Evdilkerîm, piştî ku xwe ji Hîzbûllahê dûr girt gelek caran hate binçavkirin. Bi hinceta ku guherîna adrêsa xwe nedaye dest li ser çeka wî ya bi destûr danîn, ew avêtin girtîgeha Midyadê. Piştî ku hate berdan gelek caran hate binçavkirin û ji hêla tîmên tabey ve lêpirsîna wî hate kirin. Mele Evdilkerî ku gelek caran bi binçavkirinan dihate tacîzkrin piştre destê xwe ji her tiştî şişt û ket silûk de û li wir jiyana xwe ji dest da.

RÊXISTINIYA PÊŞÎ LI ÊLIH Û ÇEWLIKÊ

Hîzbûllah destpêka salên 90’î li Amed, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Riha, Wan, Çewlik, Farqîn, Cizîr, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Kerços, Çinar, Qoserê dest bi  rêxistiniyê û kuştinê kir.

Li Êlihê gundên Yolaçê yê êla Habizbiniyan ku Velîoglu jî endamê vê êlê ye, gundên Yamaç a Çewlikê, Sûsa ya Farqînê û gundê Hatûnî ya Amedê navendên sereke yên Hîzbûllahê bûn.

Êrîşên ku 1991’ê li Êlih, Amed, Farqîn, Nisêbînê bi sator û rotan destpêkirin, cihê xwe ji kuştinan re hiştin. Piştî melayan û mirovên di rêya dîn de vê carê berê xwe dane mirovên welatparêz.

Çi kesê ku muxalîf bûn êrîş bi ser wan de dibirin. Esnaf, memûr, xwendekar, nûçegihan, sendîkavan, siyasetmedar, mela, parêzvanên mafê mirovan..

Kuştin ji hêla sê kesan ve dihatin kirin. Li gel tetîkkêş kesek çavdêr bû kesek jî li pişt tetikkêş bû. Ên ku biryara înfazê li ser wan dihatin dayin, demeke dirêj dihatin şopandin û dema ku fersend dihate dîtin jî dihatin kuştin.

Haya dewletê ji piraniya înfazan hebû.

Mînak 1992’yan tetikkêşên Hîzbûllahê yên ku li Farqîn û Qoserê ji hêla gel ve hatin girtin, hindik mabûn werin kuştin. Lê polîsan gotin, ‘em wan binçav dikin’ ji nav destê gel derxistin, birin qereqolê û li wir serbest berdan.

ZARF DIDAN Û ÎNFAZ DIKIRIN

Efserê îstîxbaratê Huseyîn Oguz ‘Çeteya Geverê’ derxistî holê, ku ev çete ji leşker, qorîcî û îtîrafkarên ku tevlî karê kuştinê, tiryakê bûne pêk dihat, derbarê bûyerên kiryar nediyar ên herêmê wiha digot: ‘’ Îstîxbaratê wêneyê kesê ku di hedefê de, adrêsa wî, saeta ku ji mal derdikeve û dikeve malê, rêgeha malê, hemû agahiyan bi zerfeke girtî dişîne û piştre ew kes tê înfazkirin.’’

PERWERDEHIYA BI ÇAVDÊRIYA POLÎS-LEŞKERAN

Piştî ku kuştin zêde bûn, êdî çapemeniya Kemalîst û mihefezekar jî hêdî hêdî li ser van kuştinan sekinî.

Mijar hate TBMM’ê û di bin banê TBMM’ê de Komîsyona Lêkolîna Kuştina Kiryar Nediyar hate avakirin. Endamên Komîsyonê yê ku bi seroktiya Sadik Avundukluoglu ava bûyî, piştî ku 3 mehan xebat kriin rapora xwe ji raya giştî re par ve kirin.

Di raporê de dihate gotin, li gorî komîsyona 27’ê Temûza 1993’an Midûrê Emniyetê yê Elihê û Alîkarê Walî ê Elihê di îfadeyên xwe de gotine li gundên Sekî, Gonullu û Çîçeklî yên Kerksoê ên Êlihê kampên Hîzbûllahê hene, li van kampan perwerdehiya siyasî û leşkerî tê dayin, li ser vê ji Fermandariya Giştî ya Jandarma re muzakere hatiye nivîsîn lê bersiv ji wan re hatiye ku li herêma navborî kampeke Hîzbûllah ênîn e û li bejahiyê ti xebatên wan nîn in.

WELATIYÊN KU BAWERIYA WAN A DÎNÎ QEYÎM E (!)

Dewletê ti caran qebûl nekin ku bi Hîzbûllahê re têkiliya wê heye.Misteşarê MÎT’ê yê wê demê Teoman Koman li ser pirsa têkildarî Hîzbûllahê wiha digot: ‘’Kîjan Hîzbûllah? Hîzbûllaha Îranê heye û welatiyên ku li dijî zexta PKK’ê xwe diparêzên hene, ku baweriya wan a dînî qeyîm e.’’

LI CIZÎRÊ DI KONTROLA LEŞKERAN DE

Têkiliya Hîzbûllah û dewletê di salên pêş de derbasî girtekên dadgehan bûn.

Fermandarê Alaya Jandarma a Kayserî Cemal Temîzoz, Şaredarê Berê yê Cizîrê Sereq-qorîcî Kamîl Atak, kurê wî Tamer Atak, îtîrafkar Abdulhakîm Guven, Hidir Altug û Adem Yakin ku ji ber 55 kuştinên kiryar nediyar ên ku li Şirnex, Cizîr, Silopya, Hezexê  dihatin darizandin û di navbera 1 û 9 caran de cezayên giran miebebê xwarin, qorîcî Kokel Atak di îfadeyê de got Hîzbûllah 1992’yan li Cizîrê dest bi kar kiriye, di bin kontrola Fermandarê Jandarma ê Cizîrê serpel Cemal Temîzoz de hatine rêxistnkirin û got: ‘’Van salan fermandarê me Cemal Temîzoz em dane ser hev. Got li herêmê Hîzbûlalh hatiye avakirin, divê em bi wan re têkiliyê deynin û xwest ku em zarokên xwe jî bişînin cem wan.’’

Di heman dozê de şahid, qorîciyê berê Mehmet Nûrî Binzet jî îfade da û got Hîzbûllah li Cizîrê navendê û li gundê Kuştepe çawa xwe bi rêxistin kiriye û çawa alîkarî ji bo wê hatiye dayin bi berfirehî vegot.

Bînzet got beriya kuştina bavê wî 1993’an ji hêla Velî Huseyînoglu ve ku bi bi lîderbûna Hîzbûllahê dihate zanîn ji bo ku propagandaya rêxistinê bike û zarokan perwerde bikin du mela şandina Cizîrê û wiha got: ‘’

‘Du mela li Taxa Cûdî li malekê bi cih kirin ku berê me ew der kiribû nezaretxane û cihê lêpirsînê, ku hê jî nizanim kî vê malê bi kar tîne. Ev du mela û piştî ku li vê malê hatin bicihkirin ez û gelek zarok me li vir dersa dît dît. Her wiha propagandaya Hîzbûllahê ji hêla van du melayan ve dihate kirin. Navê van melayan Abdurrahman û Mustafa bûn. Ez paşnavê wan nizanim lê ji gelê herêmê bûn. Piştî ku milîtanên PKK’ê êrîş birin ser rêxistina Hîzbûllahê ya li Gundê Kuştepeyê û gund hate valakirin Hîzbûllah, qorîcî û îtîrafkar nêzî hev bûn û li vî gundî bi cih bûn. Ji ber ku me jî li dijî PKK’ê şer dikir, Hîzbûllahê jî. Piştî vê nêzîkbûnê ev du mela şandin  Cizîrê. Cihê ku kiribûn cihê lêpirsînê û nezarehxaneyê dikarim şanî we bidim.’’

FERMANDAR: ME HÎZBÛLLAH DÎT

Di heman dozê de Fermandarê Jandarma Navendî ya Cizîrê Ahmet Oznalbant jî ku li ber Dozgerê Komarê yê Amedê Ergu Tokgoz, 30’ê Nîsana 2009’an bi sifetê ‘şahid’ îfade da û got li Cizîrê rêxistiniya Hîzbûllahê heye û wiha domand: ‘’Gundê Kuştepe piştî 1993’yan hate valakirin. Piştî vê demê me bihîst ku Hîzbûllah hatiye vir. Lê em bi xwe neçûn û me nedîtiye.’’

DESTPÊKA DAWÎBÛNÊ

Piştî raporên Komîsyona Lêkolînê ya TBMM’ê û ji ber ku medyayê kiryarên nediyar ên li herêmê gelek caran dianîn rojevê û têkiliyên nû yên Hîzbûllahê vedigotin, bi taybetî piştî 1995’an milîtanên Hîzbûllahê ji ber sûcê cinayetê dihatin girtin. Îranê jî piştî 1997’an, bi hilbijartina Serokkomarê nerm Muhammed Hatemî îxraca şoreşê ya rejîma Îranê hate sînordarkirin û têkiliyên wê yên bi komên marjînal re hate birîn. Di nav van de Huseyîn Velîoglu jî hebû.

HEMÛ TEVGER HATIN TOMARKIRIN

Piştî 1995’an êdî Hîzbûllahê kesek nedikuşt. Desteka ku dewleta kûr dida Hîzbûllahê pir hate birîn. Lê têkilî, desteka lojîstîk û îstîxbarî didomiya. Her tişt du alî bû..

Dewletê hemû tevgerên Hîzbûllahê ji bi rêya JÎTEM û Daîreya Îstîxbaratê ya Emniyetê dişopand û qeyd dikir.

Qada tevgerê ya Hîzbûllahê ku li herêmê bi rehetî mirov dikuştin, di ber pereyan de mirov direvandin êdî teng bûbû.

Hîzbûllahê jî ji vê demê û pê de hem li ser welatparêzan û hem jî di nav dewletê de îstîxbarat dida hev. Gelek kesên ku ji wan gumana sîxûr û MÎT’ê dibirin hatin kuştin.

Sibe:
*Hîzbûllah dibe sivîl
*Kuştina Yasîn Boru
*Hefteya Rojbûna Pîroz
*AKP'ê kadro da Hîzbûllahê!