Ji Fransayê piştgiriya ji bo hevşaredara girtî

Serokê Şaredariya Saînt-Denîs a Fransayê Laûrent Rûssîer, Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpcîk a li girtîgehên Tirk dîlgirtî ye, weke şaredara xwişk, hilbijartin.

Di merasîmê de hat ragihandin, ku Kurd ji bo demokrasiyê têdikoşin, lewma parlamenter û hevşaredarên wan îro girtî ne û hat gotin," Deriyê me her tim li dostên me yên Kurd vekirî ye."

Merasîma li ser mijarê li avahiya şaredariyê pêk hat û Nûnerê Ewropayê yê HP'ê Eyup Dorû, li ser navê Komeleya Fransa-Kurdistanê Sylvîe Jan, nûnerên saziyên Kurdan û dostên wan tevlî bûn.

DERIYÊ ME HETA DAWIYÊ LI KURDAN VEKIRÎ YE

Şaredar Laûrent Rûssîer li merasîmê axivî û destnîşan kir, ku Kurd li dijî rêeberiya rejîma dîktatorî, berdêlên gelekî giran didin. Laûrent Rûssîer got, "Ji girtina nûner û hilbijartiyên Kurdan, ev rewş bi zelalî tê fêhmkirin. Yek ji van jî Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpcîk e. Xwezî niha Birêz Sîpcîk jî li vir amade bûya û me bi hev re şaredariyên xwe weke şaredariyên bira ragihanda. Lê belê ew niha li girtîgehê ye. Gotineke pêşiyên Kurdan heye, dibêje 'Eger cîranê te hate ber deriyê te, divê tu deriyê xwe heta dawiyê lê veke'. Deriyê me jî heta dawiyê li dostên me yên Kurd vekirî ye. Divê her kes bi vê zanibe û em dixwazin vê nîşanî her kesî bidin."

JESTÊN BI VÎ RENGÎ HÊJA NE

Nûnerê Ewropayê yê HDP'ê Eyup Dorû jî bi kurtasî qala rewşa li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û got, "Jestên bi vî rengî ji bo me gelekî girgîng û hêja ne. Ji ber ku nîşan dide; bi hezaran mirovên me yên niha li girtîgehê ne bi tenê nînin û ev hêzê dide me. Ev yek nîşan dide ku em mafdar in. Hevşaredara me ya Kerboranê Zeynep Sîpcîk jî wê hêz û moraleke mezin ji vê bigire."

SYLVÎE JAN: EM HER TIM BI WE RE NE

Li ser navê Komeleya Fransa-Kurdistanê Sylvîe Jan jî anî ziman, ku Kurd di nava berxwedaneke mezin de ne û got, "Navekî din ê Kurdistanê berxwedan e. Kurd gelekî bi vî rengî yê berxwedêr e. Kurdan bi berxwedanê hebûna xwe parastine." Jan destnîşan kir, ku ya dikeve ser milê wan ew e; piştigiryê bide vî gelê berxwedêr û got, "Ji ber ku ew ne tenê ji bo xwe, lê ji bo tevahiya mirovahiyê li ber xwe didin. Em ê her tim li cem dostên xwe yên Kurd bin."

Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser operasyonên li dijî HDP û DBP'ê hate nîşandan. Merasîm bi stranên Kurdî qediya.