Li Portekîzê dengdana hilbijartinên giştî destpê kir
Gelê Portekîzê ji sala 2022'an û vir ve cara sêyemîn e ji bo hilbijartina parlamenteran hilbijartinê dike.
Gelê Portekîzê ji sala 2022'an û vir ve cara sêyemîn e ji bo hilbijartina parlamenteran hilbijartinê dike.
Hilbijartin wê diyar bike ku hikumeta rastgiriya navendî ya bi serokatiya Serokwezîr Luis Montenegro wê piraniya wekîlan bi dest bixe yan na.
Dengdanê saet di 08:00 de destpê kir û tê payin ku encamên destpêkê danê êvarê saet di 20:00 de eşkere bibin.
Hilbijartin li ser gumana şerê berjewendiyan bi îstifaya Montenegro ketibû rojevê.
Di kampanya hilbijartinê de lîderê Tifaqa Demokratîk (AD) a rastgiriya navendî Montenegro îdîa dike ku ew paqij e, lê lîderê Partiya Sosyalîst (PS) Pedro Nuno Santos wî sûcdar dike ku siyasetê û karên taybet tevlîhev dike.
Li gorî anketên dawî AD ji sedî 34, PS jî ji sedî 26 ê dengan werdigirin. Partiya Chega ya rastgiriya tund jî bi rêjeya ji sedî 19'an dibe ku bibe hêza sêyemîn a mezin a welêt.
Encamên hilbijartinê wê ji bo aramiya siyasî ya Portekîzê girîng be.