Trûmp: Kêm maye DAIŞ tine bibe
Serokê DYA Donald Trûmp li ser Mûsil a ji dagirkeriya DAIŞ'ê hate rizgarkirin daxuyanî da û diyar kir, kêm maye çete li Sûriye û Iraqê biqedin.
Serokê DYA Donald Trûmp li ser Mûsil a ji dagirkeriya DAIŞ'ê hate rizgarkirin daxuyanî da û diyar kir, kêm maye çete li Sûriye û Iraqê biqedin.
Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li ser rizgarkirina Mûsilê daxuyanî da, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp jî peyameke pîrozkirinê weşand.
Di daxuyaniyê de serketina Operasyona Mûsilê hate pîrozkirin û hat gotin, "Serketina li Mûsilê nîşan dide ku kêm maye li Iraq û Sûriyeyê biqede (DAIŞ)."
Beriya daxuyaniya Trûmp, Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson daxuyaniyek da û diyar kir, rizgarkirina Mûsilê di têkoşîna dijî çeteyan de 'qonaxeke girîng' e. Tîllerson destnîşan kir, ku ji bo DAIŞ bi temamî bê tinekirin hê gelek tiştên bên kirine hene.