Parlamneteran di serlêdanê de ragihandin, ku di navbera Tîrmeha 2015 - Kanûna 2016'an de artêşa Tirk gelek taxên Şirnex, Cizîr, Silopiya û Sûr xera kiriye, tirs û xofeke mezin xistiye nava gel û mirov ji cih û warên wan kirine.
Weke belge jî, raporên Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Mazlûm-Der û Komeleya Mafên Mirovan, her wiha wêneyên komkujiyên li Cizîr, Silopiya û Nisêbînê nîşan dan.
SÛCÊN SADDAM Û ERDOGAN DIŞIBIN HEV
Parlamenteran diyar kirin, ku herî zêde Cizîrê ji zilma artêşa Tirk zerar dîtiye û gotin, "Komkujiya ku li Cizîrê hate kirin, dişibe komkujiya li Dûjaîlê ku dîktator Saddam Huseyîn di sala 1982'an de kir. Dadgeha Iraqê, ji ber vî sûcî Saddam Huseyîn ji ber sûcê qirkirinê mehkûm kir. Sûcê ku rejîma Erdogan li Cizîrê kir ji komkujiya li Dûjaîlê gelekî girantir e."
Parlamenteran dan zanîn, qanûna bi hejmara 2014: 406 a li Swêdê gelekî eşkere ye û destnîşan kirin, ku sûcên Erdogan kiriye dikevin çarçoveya sûcên qirkirinê, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer. Parlamenteran xwestin, berpirsyar ji ber sûcê qirkirinê bi 4 salan û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, ji kiryarên li derveyî mirovahiyê bi 6 salan û ji sûcê şer jî bi 6 salan bên cezakirin.
BERPIRSYARÊ SEREKE ERDOGAN E
Parlamenteran dan zanîn, rapor, wêne û belgeyên din nîşan didin ku dewleta Tirk li Kurdistanê sûcê qirkirin, li dijî mirovahiyê û şer kiriye û gotin, "Berpirsyarê sereke yê vî sûcê navneteweyî, Serokkomarê îro yê Tirkiyeyê Erdogan e."
BILA ERDOGAN Û BERPIRSYARÊN DIN WERIN DARIZANDIN
Parlamenteran her wiha gotin, "Tevî Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Wezîrê Karên Hundir ê berê Efkan Ala, Wezîrê Parastinê Fîkrî Işik û Wezîrê Parastinê yê berê Îsmet Yilmaz ji sûcên hatine kirin berpirsyar in."
Parlamenteran ragihandin, ku sûcên van kesan kirine dikevin çarçoveya sûcên şer, li dijî mirovahiyê û qirikrinê û bibîr xistin, ku li gorî qanûna bi hejmara 2014: 406'an ev sûc li kîjan devera cîhanê hatibe kirin jî, maf heye ku berpirsyar werin darizandin.
Parlamenteran xwestin, eger ev kesên navborî werin Swêdê ji sûcê qirkirinê, li dijî mirovahiyê û sûcê şer bên darizandin.
LI PARLAMENTÊ CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ HATE LIDARXISTIN
Ji parlamenterên gilî kirin Parlamenterên Partiya Keskan a Hawirdorparêz Annîka Lîllemets, Valter Mûtt, Carl Schlyer û Jabar Amîn û Parlmanetera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, der barê giliyê ku li dijî Erdogan û rayedarên din ên Tirk kirine, li parlamentê civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Valter Mûtt destnîşan kir, ku gelek delîl hene ku nîşan didin Erdogan û rayedarên Tir sûcdar in û ew bawer in wê dozgerî dest bi lêpirsînê bike.
DIBE KU ERDOGAN LI SWÊDÊ WERE GIRTIN
Giliyê li dijî Erdogan hate kirin, cihekî berfireh di medya Swêdê de girt. Di bernameyeke TV4 de pisporên hiqûqê ragihandin, ku mîna dîktatorê Şîlî Pînochet, Erdogan û rayedarên din ên Tirk jî eger bê Swêdê ji ber van sûcên giran dikarin bên girtin.