Li Amsterdamê mîtînga ji bo Ocalan û Efrînê

Tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li dijî Efrînê li paytexta Hollanda Amsterdamê hatin şermezarkirin.

Mîtînga ku bi rengekî navendî hate organîzekirin, bi beşdariyeke xurt pêk hat. Qiskeran bal kişandin ser tecrîda giran û diyar kirin, ku di şexsê Ocalan de tecrîd li dijî gelê Kurd tê kirin. Her wiha destnîşan kirin, ku doza Kurd hevdîtin û danûstandinên bi Ocalan re dikare çareser bibe.

Qisekeran ji bo çareseriya pirsgirêk û krîzên civakî û siyasî yên li Rojhilata Navîn bal kişandin ser perspektîfa Ocalan a Neteweya Demokratîk, ku li Rojavayê Kurdistanê ketiye meriyetê.

Di çalakiyê de, li ser tecrîdê û êrîşên li dijî Efrînê gelek belavok hatin belavkirin. Welatiyên Hollandayê jî bi baldarî mîtîng şopandin.