ÎHD'ê Vedat Aydin bibîr anî: Kiryar di nava dewletê de ne
ÎHD'ê diyar kir, kujerên Vedat Aydin hê nehatine darizandin û destnîşan kir, ku ev yek 'kiryar nediyar' nîne, kiryarê xwe diyar e û bal kişand ser rola dewletê.
ÎHD'ê diyar kir, kujerên Vedat Aydin hê nehatine darizandin û destnîşan kir, ku ev yek 'kiryar nediyar' nîne, kiryarê xwe diyar e û bal kişand ser rola dewletê.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê, ji ber salvegera kuştina siyasetmedarê Kurdi Vedat Aydin û kuştina mirovên tevlî merasîma cenazeyê wî bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di nava 20 salan de nasnameya kiryaran nehatiye tespîtkirin û hat gotin, "Piştî 20 salan ji emniyetê bang li hevsera Aydin Şukran Aydin kirin. Jê pirsîn 'Yên bi şev hatin malê ev bûn?' Aydin jî ji wan re got, '20 sal di ser re derbas bûne, ez çawa nas bikim?'. Cînayet hê nehatiye ronîkirin. Kiryarên îşkencekar wê derneketine pêşberî dadgeriyê û hê nehatine cezakirin.
Vedat Aydin ji ber têkoşîna xwe ya siyasî û demokratîk a ji bo mafên mirovan û azadiyê, bû hedefa hêzên tarî yên li nava dewletê. Kifşbûna van hêzan piştî çend salan û mikurhatina wan a li cînayetên xwe, vê rastiyê radixe pêş çavan. Ji ber vê yekê, em bi awayekî vekirî dibêjin, kiryar nediyar nîne, kiryarên xwe diyar e."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ew saziyên mafên mirovan careke din dixwazin ku pêkanînên bêcezahiştinê yên li organên dadgeriya Tirk divê êdî biqedin. ÎHD'ê xwest, lêpirsîn û dozeke berfireh bê vekirin, pêkanîna 'bihurîna demê di ser re' bê betalkirin û ji bo bicihhatina edaletê kiryar werin cezakirin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Vedat Aydin û welatiyên di merasîma cenazeyê wî de hatin kuştin, bi rêzdarî hatin bîranîn.