Roja yekem a doza qetlîama Enqerê bi dawî bû
Roja yekemîn a 4’emîn rûniştina 10’ê Cotmehê Qetlîama Enqerê bi dawî bû. Parêzer Sevînç Hocaogllari got: “Malbat daxwaza darezandina erkdarên civakî û siyasetmedarên ku ji qetlîamê berpirsin, dikin.”
Roja yekemîn a 4’emîn rûniştina 10’ê Cotmehê Qetlîama Enqerê bi dawî bû. Parêzer Sevînç Hocaogllari got: “Malbat daxwaza darezandina erkdarên civakî û siyasetmedarên ku ji qetlîamê berpirsin, dikin.”
4’emîn rûniştina doza 10’ê Cotmehê Qetlîama Enqerê piştî navbera duyemîn dewam kir. Li Salonê parêzerên sûcdaran, gazindker û parêzerên gazindker jî amade bûn. Bi amadebûna heyeta dadgehê re, derbasî daxwaz û beyanên parêzerên gazindker bûn.
Parêzer Sevînç Hocogûllar, Mûstefa Bûdak ê beriya çend rojan ku 21 meh li ser bûyerê re derbas bû jiyana xwe ji dest da û 102 kes bibîr anî, dest bi axaftinê kir. Hocaogûllari nerazîbûna nîşanî nexistina parêzerê Mathîas Gîese yê edliyeyê ku ji Elmanyayê hatî da, diyar kir ku hêzên emniyetê diyar kirine ku ji ber biryara Wezareta Edaletê rê nedane ku parêzer bixin edliyeyê û got têkildarî vê biryarê ti agahî ji bo wan nehatiye dayîn.
Hocaogûllari bal kişand ku malbat daxwaza ‘edaletê’ dikin û got: “Malbat daxwaza darezandina erkdarên civakî û siyasetmedarên ku ji qetlîamê berpirsin, dikin. Daxwaz dikin ku kesên berpirîs ku çavên xwe li hûcreyên li Dîlokê xwe rêxistin kirine û dîsa bombeyên zindî ku şandin Enqerê û qetlîam kirin, bên darezandin. Tenê kesên weke sûcdar li ser mêze rûniştine bên cezakirin ev qetlîam ronî nabe.”
Piştî daxwaz û beyanên parêzeran rûniştin ji bo sibehê saet 10:00’an dom bike, hate taloqkirin.
Piştî dozê, malbatên kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane û welatiyên ku doz dişopandin, li pêşiya Edliyeya Enqerê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parêzera Komeleya Piştgiyiyê û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Çoşgûn axivî û got: “ Spasiya malbat, hevalên xwe yên parêzer û hemû gelên têkildarî vê dozê bi hestyar ku ji bo gihiştina vê astê ya dozê ked dane, dikim. Qetlîama 10’ê Cotmeha 2015’an bi awayekî plankirî û di bin kontrola berpirsyaran de pêk hatiye. Ev rewş hêrsa me û têkoşîna me xurt dike û heta dawiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”