'Ocalan û sê girtiyên PKK'yî winda ne'
Parêzer Cengîz Çîçek got, êdî têrê nake ku mirov ji nêzîkatiya li hemberî Ocalan re bêjin "tecrîd" û destnîşan kir, ku ew rewşa Ocalan weke "winda" bi nav dikin.
Parêzer Cengîz Çîçek got, êdî têrê nake ku mirov ji nêzîkatiya li hemberî Ocalan re bêjin "tecrîd" û destnîşan kir, ku ew rewşa Ocalan weke "winda" bi nav dikin.
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê parêzer Cengîz Çîçek diyar kir, ku gotina "tecrîdê" êdî têra pênasekirina rewşa Ocalan nake. Parêzer Çîçek, rewşa ku Ocalan di nav de ye ku ji tecrîdê jî wêdetir e, ji ANF'ê re nirxand.
'DEWLET LI ÎMRALIYÊ, EXLAQÊ NAS NAKE'
Çîçek anî ziman, ku dema ew bala xwe didin ser 18 salên çîroka Îmraliyê ku Ocalan lê girtî ye, dibînin ku dewlet ti carî li gorî qanûnên xwe tevnegeriya ye û destnîşan kir, tecrîd ji roja destpêkê ve li ser Ocalan heye û kiryarên ne exlaqî didomin. Çîçek diyar kir, ew parêzerekî diçû Îmraliyê û dihat, ev rewş baştir dîtiye û got, "Ya ku li Îmraliyê hate binpêkirin ne tenê nirxên exlaqî û însanî ye. Ya ku li Îmraliyê hate binpêkirin sîstema 'dewleta hiqûqê ye' ku dewleta Tirk timî bi vê yekê pesnê xwe dide."
'LI ÎMRALIYÊ TÊKOŞÎNEKE DIJWAR DI NAVBERA DU XETÊN POLÎTÎK HEYE'
Çîçek da zanîn, li Îmraliyê tecrîd her tim hebû û anî ziman, demên berê pêkhatina hevdîtina parêzeran a car carna, nayê wê wateyê ku tecrîd hingî tine bû û mafên hiqûqî dihate naskirin.
Çîçek destnîşan kir, ku li Îmraliyê têkoşîneke dijwar di navbera du xetên polîtîk de heye û bi dewamî got, "Xeta Ocalan ti carî teslîm nebû, lê belê dewletê êrîşên xwe yên li dijî Oclaan her tim dewam kir. Di nava sala dawî de dewletê ev êrîşên xwe mezintir kir."
'LI GORÎ ME, OCALAN Û GIRTIYÊN LI CEM WÎ WINDA NE'
Parêzer Çîçek ragihand, ew rewşa ku Ocalan û yên pê re êdî tenê weke tecrîdê nabînin û wiha dewam kir: "Wê gelekî hêsan û sivik be ku mirov ji kiryarên li dijî Ocalan re tenê bêjin 'tecrîd'. Birêz Ocalan û sê hevrêyên li gel wî ne, niha winda ne. Ez dikarim vê yekê bi hêsanî bêjim; Çar mehkûmên şoreşger, li girtîgeheke giravê ku dewlet weke girtîgehê bi nav dike, ev saleke winda ne. Ti têkiliya wan bi cîhana derve re nîne, kes nikare xwe bigihîne wan. Li nava derya Marmarayê, di nava pêkanînên ji yên Gûantanamoyê jî girantir de, ne."
Çîçek anî ziman, ew ji niha û pê ve rewşa Ocalan weke 'winda' dibînin û got, "Tecrîd ji bo astengkirina hin mafan dikare bê gotin. Lê belê li holê astengkirina hin mafan nîne. Ya tê kirin, astengkirina hemû mafan e û Birêz Ocalan winda ye."
'PÊKANÎNÊN HEYÎ JI ALIYÊ FÎZÎKÎ VE JÎ ÊDÎ NEMA TÊ QEBÛLKIRIN'
Parêzer Çîçek bibîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê di nava şert û mercên neyînî yên tenduristiyê de tê girtin û işaret bi emrê Ocalan kir. Çîçek got, "Birêz Ocalan di sala 1949'an de ji dayik bû, 68 salî ye. Lewma ji aliyê fîzîkî ve Ocalan nikare êdî şert û mercên giran ên tecrîdê rake."
Çîçek da zanîn, mekanîzmayeke ku karibin pê sîstema heyî ya Îmraliyê lêpirsîn bikin, agahiyan bigirin nîne û got, ew parêzerên wan nizanin bê mirovên li wê derê dijîn ya jî najîn. Parêzer Çîçek destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim bûye hedefa bingehîn a êrîşên dewletê û diyar kir, êrîşên dewletê ewilî li Îmraliyê hatiye kirin.
'DI MIJARA TECRÎDÊ DE DIVÊ EM REXNEDAYINA XWE BIDIN'
Çîçek diyar kir, lazim e saziyên polîtîkayê dimeşînin rexnedayina xwe bidin û got, "Mahpûsiya polîtîk îro li Tirkiyeyê ne tenê li girtîgehên bejahî ye. Divê em HDP vê bixin rojeva xwe. Mahpûsiya polîtîk ne tenê li girtîgehên Kandira, Amed, Bolû ye. Li vî welatî rastiyeke Îmraliyê heye. Yanî wê kêm be ku tenê mirov giraniyê bidin ser rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehên bejahî."