Ciwanên PYD’ê 3’emîn kongreya xwe lidar xistin
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê Ciwanên PYD’ê yên Ewropayê (Ciwanên PYD), 3’emîn Kongreya xwe bi sirûda “Rêber Apo Azad Bike” pêk anî.
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê Ciwanên PYD’ê yên Ewropayê (Ciwanên PYD), 3’emîn Kongreya xwe bi sirûda “Rêber Apo Azad Bike” pêk anî.
Ciwanên Rojava yên ku ji gelek bajarên Ewropayê li Navenda Civak Kurd a Demokratîk a Dortmûndê kom bûn, bi ruhê Şoreşa Rojava ve kongreya xwe pêk anîn. Kongre bi deqeye rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Şoreşê û Kurdistanê hate girtin û şûnde destpê kir. Ciwanên Rojava di kongreyê de li gel rojeva siyasî, gelek bûyerên nûjen ku li Rojhilata Navîn diqewimin nirxandin.
CIWAN WÊN AZADIYA GELAN PÊK BÎNE
Ciwanan bal kişand ser qirkirinên civakî, polîtîkayên helandin û koçkirinê yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, li ser berpirsyar û erka ciwanan a li dijî vê sîstema qirêj gotûbêj hatin kirin. Her wiha dîsa di kongereyê de li ser rola ciwan a li dijî planên tinekirin û mêtîngerkirina Kurdistan û Rojava yên netew dewletên din û Tirkiyeyê û asta ciwanan a têkoşînê ji bo azadiya gelan dike nirxandin hatin kirin. Di nirxandina de ev tişt hate gotin: “Ciwan xwe rêxistin bike, dikare biratiya gelan û azadiya gelan pêk bîne. Hêza ciwanan têrê dike ku gelekê biparêze û ji mêtîngerî û dagirkeriyê rizgar bike.”
Ciwanên Rojava di kongreyê de ji bo pêşxitina qadên civakî, çandî, huner, spor û zanîstê biryarên girîng girtin.
‘ERKA SEREKE YA CIWANAN AZADIYA RÊBER APO YE’
Ciwanê Rojava yên ku asta tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxandin, dewleta TC’ê şermezar kirin û diyar kirin ku ji bo azadiya Ocalan wê tim li qadan bin. Destnîşan kirin ku azadiya Rêbertiyê ji bo Ciwanên Rojava û hemû ciwanên Kurdistanê erka herî sereke ye.
Piştî xwendina rapora rêxistinî û xebatên salê û şûnde, derbasî nirxandinan bûn. Di nirxandina de pirsgirêkên rêxistinî kûr hatin gotûbêjkirin. Ji bo derbaskirina pirsgirêkan Ciwanên PYD’ê biryarên girtin girtin û rêveberiyekî nû ya ji 15 kesan hilbijart