Li DYA’yê deh hezar hektar daristan bû xwelî

Di şewata li Eyaleta Kalîforniyayê ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) ji ber zûhabûn û germayê derketî de, heta niha herî kêm 30 hezar hektar daristan bûn xwelî.

Şewata ku hefteya dawî destpê kirî û li 14 cihên cuda derketî hê jî didome, 5 hezar erkdarên agirkûjiyê li ser kar in.

Di şewata li navbera San Francîsco û Los Angelesê derketî de, nêzî 24 hezar hektar daristan şewitî, li derdorî Santa Barbara jî qadekî 8 hezar hektar şewitî.

Di şewata li bakurê Sacamentoyê li herêma daristanê qewimî de jî, nêzî 5 hezar û 600 hektar jî şewitî.

Ji ber şewatê nêzî 8 hezar kes hatin veguhestin, metirîs heye ku ziyan bigihîje xetên elektirîkê yên li Santa Barbara û binesazî û yên ser erd ên li eyaletê.

Zuhabûna ji beriya 5 salan a li Kalîforniyayê destpê kirî, her çendî hatibû ragihandin ku ji meha Nîsanê û vir ve bi dawî jî bûye, li hinek cihan pileya germaniyê gihiştiye 50’an. Her wiha ewlekatiyên têkildarî mezaxtina avê jî didomin.