'Em pê ne xweş in ku nûçegihanî  sûc tê dîtin'

Nûnerê Sendikaya Nûçegihanên Tirkiyê (TGS) Mahmûr Oral diyar kir li gorî tespîtên dawî yên ku sendîkaya wan kirine hê jî li girtîgehan 159 nûçegihan girtî ne.

Nûnerê Sendîkaya Nûçegihanên Tirkiyê (TGS) Mahmût Oral got, li gorî tespîtên sendîkaya wan li girtîgeha hê jî 159 nûçegihanên girtî hene. Oral got: "Hema hema her roj nûçegihanan binçav dikin û digirin, di serî de me hevpîşeyên wan, hemû civakê hînî girtina nûçegihanan dikin. Lê em hînî vê nabin û li dij vê derdikevin. Em jê ne xweş in ku nûçeginî  sûc tê dîtin. Ji bo vê jî di her delîveyê de em dibêjin nûçegihanî ne sûc e."
Mahmût Oral ku anîne ser nûnertiya TGS’ê, ku TGS cara pêşî ye li Amedê vedibe, diyar kir, ku di encama projeya zext û zordariya li ser medyayê de salên dawî li Tirkiyê nûçegihanî kirine karê herî taloke.
Oral diyar kir, ev 2 salên dawî ji pêvajoyeke şer derbas dibe û got, "Îro di çapemeniya nivîskî de tîraj di navbera 4,5 û 5 milyonan de ye. Ev rêjeya tîrajê her ku diçe kêmtir dibe. Di nav vê tîrajê de tîraja tevahiya rojnameyên ku em dikarin muxalîf bibêjin, yên wekî Cumhuriyet, Evrensel, Bîrgun, Sozcu, Ozgur Gudem û yên di vê rêçê de herî pir çend 100 hezar e. Desthilatdarî tehammul nake ku ev çapemeniya bi tîraja çen 100 hezarî ji çarçoweya felsefeya jiyana xwe dengê xwe derbixe. Hin rojname bi qanûnên Rewşa Awarte tê girtin, hin nivîskar û rêveberên rojnameyan têne girtin û li ber deriyên hinan jî mifetiş kêm nabin."

'BERDÊLA NIVÎSÎNA RASTIYÊ HEYE'

Oral ragihand, berdêla nivîsandina rastiyê heye û li tevahiya welêt ev berdêl tê dayin ku li Bakurê Kurdistanê jî nûçegihan berdêla vê didin. Oral bi domdarî wiha got: "Ji bo vê jî li vî welatî nûçegihanî yek ji karê herî taloke ye. Di encama van zextan ku desthilatdarî her ku diçe vê zêde dike, her roj rojnamevanek dî tê girtin, bi ser malên wan tê girtine. Niha li gorî tespîtên TGS’ê li girtîgehên welêt 159 nûçegihan girtî ne. Girtîbûna bûye saziyeke cezakirinê. Lê ev hevalên me bêyî ku werin girtin jî dikarin werin darizandin. Lê desthilatdarî  hema hema her roj nûçegihanan binçav dike, digire, di serî de me hevpîşeyên wan, civakê hînî girtina nûçegihanan dike. Lê em naxwazin hînî vê bibin û li dij vê derdikevin. Em li dij wê ne ku nûçegihanî sûc were dîtin. Ji bo vê jî di her delîveyê de em dibêjin nûçegihanî ne sûc e."