HDP’ê ji Erdogan re got: Hedê xwe bizanibe!

Berdevkê HDP’ê Baydemîr nerazîbûneke tund nîşanî Erdogan da yê ku ji heqaret li Demîrtaş kiribû û got: “Hedê xwe bizanibe!”

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, bertek nîşanî gotina Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan a ji bo Demirtaş gotibû "Ew terorîst e" da û wiha got: "Gotina terorîst a ji bo vîna 6.5 milyon mirovan, nezanîna hedê xwe ye. Hat îspatkirin ku fermanê dide darazê.”

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, ji ber ku Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş re got "Ew terorîst e" li Navenda Giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Baydemîr, geşedanên di rojevê de nirxand û bertek nîşanî Erdogan da û got ew bi hedê xwe nizane. Baydemîr, berî her tiştî kuştina Vedat Aydin bi bîr xist û diyar kir ku wî li dijî rojên tarî bi cesaret li ber xwe da. Baydemîr, anî ziman ku hebûna HDP'ê û meşa 6 milyon mirovan a li HDP'ê encama têkoşîna Vedat Aydin e. Baydemîr, bal kişand ser komkujiya li Enqereyê jî û wiha got: "Em carek din kesên li Enqereyê hatin kuştin bi bîr tînin. Em dizanin li pişt vê komkujiyê hêza siyasî heye û wan ji sûc pak dikin. Em ê ji bo wan jî têbikoşin.” Baydemîr, têkildarî çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça jî anî ziman ku bi awayekî neheq nanê wan û keda wan ji destê wan hatiye girtin û wê ji bo wan jî têbikoşin.

‘EV FERASET FAŞÎZMA HERÎ MEZIN E’

Baydemîr bertek nîşanî gotina Serokomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan jî da û wiha got: "Gotina li dijî Hevserokê me Selahattin Demirtaş a "terorîst" êrîşa vîna 6 milyon mirovan e. Erdogan bi sifata Serokê AKP'ê li Hambûrgê êrîşî Demîrtaş kiriye. Em van gotinê wî du qat îadeyî wî dikin. Sûcdarkirina vîna 6,5 milyon mirovan wekî "Terorîst" tê wateya nezanîna hedê xwe. Ev di heman demê de hikumkirina darazê ye. Ger ku îro Selahattîn Demîrtaş girtî be, nîşan dide ku hiqûq bûye tîr û kevanê partiyek siyasî. Demîrtaş 8 meh in dîl hatiye girtin. Dadgehên Enqereyê 8 meh in dixwaze dosyayên Amedê û Kobanê bikin yek. Pir zelal aşkere bû ku Demîrtaş, bi fermana Erdogan hatiye girtin. Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan bi xwe fermanê dide darazê. Em dibînin ku hiqûq ketiye bin fermana îktîdara siyasî. Bi vê yekê hatiye îspatkirin ku hemû rêyên hiqûqa hundir ên Tirkiye xetimîne. Serokê AKP'ê Erdogan bi vê gotina xwe gefan li AYM û dadgeran dixwe. Îro me serlêdana sûc kir. Dîsa me amadekariyên doza tazmînat kir. Îro 166 rojnameger girtî ne. Parazvanên mafên mirovan hatin binçavkirin. Ev feraset faşîzma herî mezin e. "

Baydemîr bal kişand ser guhertina rêziknameya navxweyî jî û wiha got: "Bi guhertina rêziknameya navxweyî dixwazin hemû hêzên meclîsê yên muxalif bê tesîr û bêdeng bikin.Daxwaza edaletê di heman demê de daxwaza me ye jî. Em êrîşa li dijî jina Sûriyeyî jî şermezar dikin."