Li Kerkûkê civîna yekîtiya netewî
Li Başûrê Kurdistanê KNK’ê ji bo yekîtiya netewî piştî hevdîtinên bi partiyên siyasî re, dest bi civînên bi gel re kir, li Kerkûkê civîna gel lidarxist.
Li Başûrê Kurdistanê KNK’ê ji bo yekîtiya netewî piştî hevdîtinên bi partiyên siyasî re, dest bi civînên bi gel re kir, li Kerkûkê civîna gel lidarxist.
Li Başûrê Kurdistanê Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) ji bo yekîtiya netewî piştî hevdîtinên bi partiyên siyasî re, dest bi civînên bi akademisyen, nivîskar, rûspî û beşên din ê civakê re dest bi civînên gel kir. KNK’ê duh li Xûrmatû yê civîna gel lidar xist û îro ji bi Kerkûkiyan re civiya.
KNK'ê piştî hevdîtinên yekîtiya neteweyî ya bi partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re, dest bi civînên gel kir. Di vê çarçoveyê de li Hola Şehîd Sîrwan Talebanî ya Kerkûkê, KNK'ê têkildarî stratejiya yekîtiya netewî ji gelê Kerkûkê re civînek lidar xist, ji bo nêrîn û pêşniyarên wan yên ji bo yekîtiya netewî bigrin. Endamê KNK'ê Dr. Yusif Hesen, Endamê Desteya Rêveberiya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî û endama KNK'ê Dr. Faîze Xetab beşdarî civînê bûn.
Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveberiya KNK'ê Kamûran Berwarî axivî. Berwarî bal kişand li ser yekîtiya netewî û kongreya netewî û diyar kir ku ji bo lihev nêzîkbûna aliyên siyasî û rêxistina mala Kurdan kongreya netewî û yekîtî pêwîste û gelek girînge.
Berwarî wiha doman: "Ji bo lidarxistina kongreya netewî wê hewldanên me berdewam bikin. Pêwîste hemû alî derkevin pêş û piştgiriya lidarxistina kongreya netewî bikin. Bi rastî YNK û Tevgera Goran hatine pêş û lidarxistina kongreya netewî pêwîst dibînin."
Beşdarvanan piştî axaftinên berwarî, ji bo yekîtiya netewî nêrîn û pêşniyarên xwe gotin. Civînbi pirs û bersiv berdewam kir.