Sezgîn Tanrikûlû: Ji salên 90'î bêhtir hov in

Tanrikûlû anî ziman, ku êrîş li nasnameya Kurd jî tê kirin û bi gotina "Hevalên me hatin kuştin, hatin girtin, hatin sirgûnkirin" bûyerên berê qewimîn bi bîr anî.

Sezgîn Tanrikûlû, ku pişî Serokatiya Baroya Amedê û wezîfeya parêzvaniya mafên mirovan ji CHP'ê bû parlamenter û du serdem in tevlî karê qanûndanînê dibe, anî ziman ku HDP'yî bûne hedefa desthilatdariyê. Piştî ku komkujiya bi balafirên bê mirov ên bi çek xiste rojevê, medya AKP'ê li hemberî Tanrikûlû dest bi kampanya lînçê kir. Piştre Recep Tayyîp Erdogan ku Serokê Giştî yê AKP'ê ye û Serokkomarê Tirk e, Tanrikûlû yekser kir hedef û îdîa kir ku "piştgiriyê dide terorê."

Tanrikûlû der barê êrîşên lê tên kirin got, "Em ne xerîbê van rêbazan e" û anî ziman, hikumetên beriya AKP'ê jî rêbazên bi vî rengî bi kar anîn. Tanrikûlû destnîşan kir, AKP'ê ev rêbaz ji 'hikumetên zordar' ên beriya xwe girtiye û wiha dewam kir: "Hikumetê berê jî, li hemberî parêzvanên mafên mirovan, rêbazên ku rê li ber mirinê vedikin, bi kar anîn. Hevalên me li ber me kuştin, girtin û sirgûn kirin."

'JI SALÊN 90'Î BÊHTIR HOV IN'

Di dewama axaftina xwe de Tanrikûlû got, "Em ne xerîbê van e. Lê belê, AKP piştî desthilatdariya xwe ya 15 salan, ji salên 90'î bêhtir nebaş bûye, bêhtir hov bûye û bêhtir bê pîvan bûye. Sala 2002'an dema bûn desthilatdar qala azadî, mafên mirovan û demokrasiyê dikirin. Lê niha veguherîne aktorê bê edaletiyê û kiryarên li derveyî hiqûqê. Ez vê desthilatdariyê weke desthilatdariya TOMA, Dozer û SÎHA bi nav dikim."

'MIN DIKIN HEDEF'

Tanrikûlû bi bîr xist, ji Serokkomar heta wezîran, hemû rêveberên AKP'ê wî dikin hedef û bi vê yekê re dixwazin mirovan li dijî wî sor bikin. Tanrikûlû got, "Ji mînakên beriya niha em dizanin bê ev hedef nîşandan rê li ber encameke çawa vedike. Vê yekê bi zanebûn dikin."

ERDOGAN GOT, DADGERÎ KETE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Tanrikûlû anî ziman, ku gotinên wî di çarçoveya "berpiryariya qanûndanînê" de ye û nabe ku bibe mijara lêpirsînê. Tanrikûlû got, piştî ku Erdogan ew kir hedef, dozgerî keteiye nava liv û tevgerê û destnîşan kir, ku bi vê yekê re nîşand idin ku rejîma parlamenteriyê qediya ye.

JI BER NASNAMEYA MIN A KURD, ÊRÎŞÎ MIN DIKIN

Tanrikûlû diyar kir, ku ji ber nasnameya wî ya Kurd êrîş lê tê kirin û got, "Beriya nasnameya min a siyasetmedariyê, ez parêzvanekî mafên mirovan û parêzer im. Parlamenterî li nasnameyên min ên berê zêde bû. Berê jî min ew aciz dikir, niha jî dikim. Ez Kurd im. Ev nasnameya min jî wan aciz dike."