'Salên 90'î bi JÎTEM'ê, niha jî bi SÎHA'yan komkujî tê kirin'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir, ku versiyoneke cuda ya bûyerên li Arakanê diqewimin niha li Kurdistanê rû didin û got, "Salên 90'î bi JÎTEM'ê, niha jî bi SÎHA'yan komkujî tê kirin."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gel (HDP) Serpîl Kemalbay, referandûma li Başûrê Kurdistanê, polîtîkaya hikumeta AKP'ê ya li ser Arakanê û rewşa dawî ya siyasî nirxand.

'YÊN KU RONDIKAN LI SER ARAKANÊ DIBARÎNIN, LI CIZÎR, HEZEX Û ŞIRNEXÊ KOMKUJÎ KIRIN'

Kemalbay der barê hikumeta AKP'ê de ku bi rojane balê dikişîne ser şerê li Arakanê got, "Hikumet bi rojane li ser vê mijarê kampanya çêkiriye, heyetek ava kiriye û komkujiya li wir xistiye rojevê. Ev girîng e. Lê belê versiyoneke cuda ya bûyerên li Arakanê diqewimin, niha li Kurdistanê heye û ne ya qebûlkirinê ye ku hikumet hewl dide ya li Kurdistanê diqewime binixumîne."

Kemalbay destnîşan kir, ku ew polîtîkaya hikumetê ji dil nabînin û komkujiyên li jêrzemînên Cizîrê û gelek bajarên din bi bîr xist. Kemalbay got, "Yên ku li gelek bajaran qewimîn sûcê li dijî mirovahiyê ye. Mirov tenê ji ber ku Kurd in û vîna xwe ya siyasî destnîşan kirine, komkujî li wan tê kirin. Yê ku vê dike, heman hikumet e ku li dijî bûyerên li Arakanê diqewimin derdikeve. Yên ku îro rondikan dibarînin, li Cizîr, Hezex û Şirnexê komkujî kirin. Mîna salên 1990'î hê jî li erdnîgariya Kurdan êrîşên ku mafê jiyanê binpê dikin li dijî Kurdan tên kirin. Îro li gundan, gundî dîsa li meydanên gundan tên komkirin, êşkence li wan tê kirin û destdirêjî li jinan tê kirin."

'LI SER ÊŞA HINEKÎ DIN SIYASETÊ DIKIN'

Kemalbay anî ziman, Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan, ku kuştina mirovên sivîl bi balafirên bê mirov ên bi çek diparêze, parlamenterê CHP'yî Sezgîn Tanrikûlû dike hedefa dadgerî û medyayê.

Kemalbay bi van gotinan polîtîkaya hikumeta AKP'ê ya li ser Arakanê rexne kir: "Ji ber ku parlamenterên partiya me binpêkirina mafê jiyanê yê li erdnîgariya Kurdan xistin rojevê, bi navê 'alîkariya ji bo terorê' hincet ji girtina wan re afirandin. Lewma ev yek cotstandartî ye. Ev yek tê wê wateyê, ku li ser êşa hinekî din siyasetê dike. Ji bo çavê beşek ji civaka Tirkiyeyê bigire vê bi kar tînin."

'DI SALÊN 90'Î DE BI JÎTEMÊ, NIHA JÎ BI SÎHA'YAN KOMKUJÎ TÊ KIRIN'

Kemalbay işaret bi bêdengiya medyayê ya li pêşberî komkujiya sivîlan a li Licê û Colemêrgê ya bi SÎHA'yan kir û got, "Dema ku ev komkujî hatin kirin, eger em bêdeng bimînin em ê hingî bibin hevparî vî sûcî. Hingî em ê bikevin rewşeke welê ku piştgiriyê dide pêvajoya darbeyê. Em ê bibin yek ji berpirsyarên komkujiyê. Ji ber vê yekê, divê ti kes li pêşberî van komkujiyan bêdeng nemînin. Salên 90'î komkujî bi destê JÎTEM'ê, bi tîmên taybet dihate kirin. Îro jî bi balafirên bê mirov ên ku ne diyar e kî bi kar tîne, ne diyar e kî fermanê didê, tê kirin. Lê em zanin ev tarîtî wê ji holê rabe. Hêzên alîgirê demokrasî û aştiyê, azadî wê bi ser bikeve. Û wê çaxê wê hêzên ku ev sûc kirine bikevin pêşberî dadgeriyê û hesab ji wan bê pirsîn."

'HETA KU FAŞÎZMÊ BISEKÎNIN EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'

Serpîl Kemalbay anî ziman, ku eger hemû hêzên demokrasiyê bên cem hev û li dijî pêvajoya darbeya sivîl li dora bernameyekê li hev bicivin, wê karibin encamekê bi dest bixin û wiha dewam kir: "Partiya me wê li her qadê, tevî hêzên demokrasiyê li qadan be û têkoşîna xwe bidomîne. Ji bo vê jî hema hema li her bajarî em bernameyekê amade dikin. Ji çalakiyên li nava kolanan heta civînên gel, şahî, mîtîng, komxebat û konferansan em dixwazin xwe bigihînin hev. Heta ku faşîzmê bisekinînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

REFERANDÛMA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Kemalbay biryara referandûmê ya Rêveberiya Federe ya Kurdistanê jî nirxand û got, "Referandûma serxwebûnê ya ku rêveberiya herêmî ya Kurdistanê ragihandiye girîng e. Ji ber ku ev yek tê wateya diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd. Nepêkane ku em vê red bikin. Bêguman gelê Kurd jî divê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Pirsgirêka di vir de ev e; rêvebirina demokratîk hilkumî ye. Bi yekîtiya gelê Kurd û hewldanek di çarçoveya yekîtiya neteweyî de wê ev referandûm hê bi hêsanî bi rê ve bibira. Dikarîbû weke îrade û daxwaza hevpar a hemû gelên bindest bihata rojevê. Di vir de ya ku me dixe nava fikaran, kêmasiya hevparbûna navbera aktor û temsîliyeta Kurdan e. Em di vir de kêmasiyekê dibînin. Em mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya her neteweyê nas dikin û ji vê derê pêşniyar dikin, ku hemû tevgerên siyasî yên Kurd bi hev re tevbigerin."