Dadgeriya Tirk dixwaze 10 salan cezayê girtîgehê bide Yuksekdag
Dadgeriya Tirk, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ku dixwaze bi 10 salan cezayê girtîgehê ceza bike, tevlî rûniştina dozê nekir.
Dadgeriya Tirk, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ku dixwaze bi 10 salan cezayê girtîgehê ceza bike, tevlî rûniştina dozê nekir.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag ev demek dirêj e li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin. Doza Yuksekdag a li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mersînê hat dîtin û Yuksekdag tevlî rûniştina dozê nehate kirin. Doza ku ji ber axaftinekê hatibû vekirin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" û "Komara Dewleta Tirkiyeyê û hikumeta wê bi vekirî piçûk xistiye" hatibû vekirin, parêzerên Yuksekdag amade bûn.
Parêzerên Yuksekdag diyar kirin ku miwekîla wan xwestiye ne bi rêya SEGBÎS'ê, bi xwe tev li dozê bibe, her wiha xwestin ku doza li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê jî pê re bibe yek û di vî warî de daxwaz hat kirin.
Piştre parêzeran li dijî mutalaya dadgehê ji bo parastinê dem xwest. Heyeta dadgehê daxwaz qebûl kir û doz taloqî 9'e Cotmehê kir.