Elmanya eşkere nake bê çiqas çek daye rejîma Erdogan

Li gel aloziya navbera hikumeta Merkel û rejîma Erdogan, derket holê ku Elmanyayê di nava 8 mehên destpêkê yên salê de bi buhayê 25 milyon Euroyî çek firotiye Tirkiyeyê. Lê hikumeta Elman diyar kir, ku wê temamiya bazirganiya xwe ya çekan eşkere neke.

Ji mehên destpêkê yên sala 2017'an û vir ve, di navbera Berlîn û Enqereyê de aloziyek heye û hikumeta Merkel hin pêkanîn li dijî rejîma Erdoga eşkere kir. Derket holê ev alozî û pêkanîn aboriyê bandorê li bazirganiya çekan nake.

Ji bo fîrmayên çekan ên li Elmanyayê çekan bifiroşin derveyî welat, divê hikumet vê yekê erê bike. Hikumeta koalîsyona mezin a ji demokratên xiristiyan û demokratên civakî pêk tê, berevajî nerazîbûna li hemberî Erdogan ku roj bi roj zêde dibe, hê bêhtir pêşî li bazirganiya çekan vedike.

Partiya Keskan pêşniyar pirsek pêşkêşî hikumeta Merkel kir û xwest, li ser bazirganiya çekan a di nava sala 2017'an de bi Tirkiyeyê re kiriye, agahiyan bide. Hikumeta Merkel di bersiva xwe de ragihand, ku heta dawiya meha Tebaxê, 99 carî destûr ji firotina çekan ji bo desthilatdariya Erdogan re hatiye dayin.

Hat ragihandin, Elmanyayê 25,36 miyon Euro pere ji vê bazirganiyê qezenç kiriye. Lê belê hikumeta Merkel diyar kir, ku nikare li ser 3 peymanên çekan ên bi Enqereyê re mohr kiriye, agahiyan bide.

Ji Çileya 2016'an û heta meha Tebaxê, hikumeta Merkel di çarçoveya bazirganiya bi Tirkiyeyê re 158 caran firotina çekan erê kir û 69 miyon Euro ji vê qezenç kir. Ev yek sala 2015'an 26 miyon û 500 hezar Euro bû.

ERDOGAN ŞÎRKETA RHEÎNMETALL LI QESRA XWE KIRIBÛ MÊVAN!

Çend roj berê, derketibû holê ku fîrmaya çekan a Elman Rehînmetall wê li Tirkiyeyê bi buhayê 7 miyar Euroyî hezar panzerî çêbike. Erdogan meha Mijdara 2015'an, menajerên Rheînmetallê ji bo vî karî vexwendibû qesra xwe û wêneyên wan ên li vir hatibûn weşandin.

Ji bo bandora krîzeke bi Enqereyê re li Rheînmetall neke, beriya niha bi salan planek hatibû amadekirin û ketibû dewrê. Şefê Rheînmetallê Armîn Papperger qurnaztî kiribû û eşkere kiribû ku wê tankên bidin Tirkiykeyê sala 2015'an li Tirkiyeyê hilberînin û ji bo vê çûye qesra Erdogan.