Çalakgerên greva birçîbûnê: Dengê me bibihîzin
Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê mafên mirovan bi rengekî bê navber tên binpêkirin. Berxwedana girtiyên jin jî ev 3 meh in bê navber dewam dike. Greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger jî kete roja 29'an.
Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê mafên mirovan bi rengekî bê navber tên binpêkirin. Berxwedana girtiyên jin jî ev 3 meh in bê navber dewam dike. Greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger jî kete roja 29'an.
Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê ya jinan berî 3 mehan hate vekirin û ji roja destpêkê ve zext û zordariyê dest pê kir. Leşker û gardiyanan dest bi lêdanê kirni. Girtiyên jin gotin, "Li vir şîdetek mezin heye. Dengê me bibihîzin." Greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger a girtiyan jî kete roja 29'an.
Şaxên ÎHD'ê yên Edene û Mersînê raporek amade kirin û diyar kirin ku girtiyên jin yek bi yek ji wesayîtê hatine derxistin û ji girtiyan re gotine ku li pêşberî midûr û fermandarê jendermeyan bêjin "em teslîm bûne" û yên wisa negotine jî şîdeteke tund li wan hatiye kirin, li erdê hatine dirêjkirin, bi porê wan girtine û ew erdê re şa kirine.
Mahmût Çaçan ku weke midûr tayînê girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê hatiye kirin, 24'ê Îlona 1996'an de li Amedê 11 girtiyên ji doza PKK'ê bi hesin û daran qetil kiribû. Der barê Çaçan de wê demê doz hat vekirin lê doz ket ber demboriyê.
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Di 8'ê Tebaxê de 52 jinên girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê li dijî êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan kirin. Di roja sêyemîn ya grevê de girtiyan 12 xal pêşkêş kirin û gotin heta daxwazên wan neyên cih wê dest ji grevê bernedin.
12 daxwazên girtiyên jin wiha ne:
*Kesên êşkence kirine bikevin ber lêpirsînê û werin darizandin.
*Pêşnûme qanûna der barê kincê ji yek tîpî de bê kişandin.
*Girtiyên nexweş bila bên dermankirin, sewqî nexweşxaneyan bêkirin.
*Bila dawî li lêgerînên li nava qewîşan ên wek tacîzê bê anîn.
*Di hevdîtinên girtî de her kes bi numareya T.C'ê dikare hevdîtinê bike. Ev pergaleke teknîke. Divê dawî li vê bê anîn.
*Divê dawî li cezayên dîsîplîn û hucreyê bê anîn.
*Divê nûneriyên me yên ji du kesan pêk tên bê qebûlkirin û îdareya girtîgehê ji diyalogê re vekiribe.
*Divê aktîvîteyên hobî û sporê bên pêkanîn.
*Divê postaya hundir û derve bê qebûlkirin.
*Ji bo gilîkirinê pulên postayê tê xwestin. Serlêdan tê astengkirin. Daxwazanmeyên me yên serlêdanê nayên dayin. Divê ev rewş ji holê bê rakirin.
*Divê şert û mercên fîzîkî yên girtîgehan bên sererastkirin.
*Alav tên desteserkirin. Divê alav şûnde bên dayîn.
Greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya girtiyên jin, bi banga "Li vir şîdet û zextek mezin heye, dengê me bibihîzin" berdewam dike.