Parlamenta Iraqê, di rûniştina îro berî nîvro de, bi piraniya dengan li dijî referandûma ku tê plankirin roja 25'ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê were kirin, derket.
Parlamenta Iraqê, ji bo "tedbîran li hemberî referandûmê bigire" û "yekparebûna axa Iraqê biparêze" Serokwezîr Haydar El Ebadî wezîfedar kir.
Endamê Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) ê Parlamenta Iraqê Mihemed Osman got, biryar di çarçoveya pêşnûmeyeke 80 parlamenterên Iraqî de hatiye girtin.
Osman diyar kir, haya Parlamenterên Kurd ên li Parlamenta Iraqê ji vê pêşnûmeyê tinebû û ji bo pêşnûmeyê şermezar bikin, civata giştî ya parlamentê terikandine.