Di dozên wî parêzerî de du caran îfadeya MÎT'ê hate guhertin
Du muwekîlên parêzer Marvîn Schroth, ku yek jê endamê DAIŞ'ê yê din jî sîxurê MÎT'ê ne, di destpêkê de gotin ew ji bo MÎT'ê dixebitin, lê piştre îfadeya xwe guhertin.
Du muwekîlên parêzer Marvîn Schroth, ku yek jê endamê DAIŞ'ê yê din jî sîxurê MÎT'ê ne, di destpêkê de gotin ew ji bo MÎT'ê dixebitin, lê piştre îfadeya xwe guhertin.
Dozên sîxurê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan û lîderê hucreya DAIŞ'ê ya plan dikir li Dusseldorfê êrîşê bike Saleh A., ku Marvîn Schroth partêzeriya wan dike gav bi gav dişibin hev. Mîna Sayan, Saleh A. jî destpêkê got ew ji bo MÎT'ê dixebite, lê piştre ev îfadeya xwe guherand.
Sîxurê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan, ku ji bo sûîqestê li siyasetmedarên Kurd bike ew şandin Elmanyayê, doza wî 8'ê Îlonê li bajarê Hambûrgê dest pê kir. Tê payin heta nava meha Cotmehê bidome. Tê gotin, Sayan ji sala 2013'an û vir ve ji bo îstîxbarata Tirk xebitiye û di berdêla vê de 30 hezar Euro bi dest xistiye.
Lê di vê dozê de balkêş e, ku Sayan hem îfadeya daye dadgerê lêpirsînê, hem jî polîsê Elman guhertiye. Sîxur Sayan, piştî ku nasnameya wî kifş bû, 12'ê Kanûna 2016'an li Hambûrgê çû Daîreya Penaber û Koçberiyê ya Federal û serlêdana penaberiyê kiribû.
Sayan di îfadeya xwe ya destpêkê de got, ku ew di nava tîma MÎT'ê de ye ku amadekariya sûîqestê li siyasetmedarên Kurd dike. Lê belê Sibata 2017'an di îfadeya xwe de ji tîma Rêxistina Emniyetê ya Federal (BKA) re hewl da tiştên gelekî cuda bêje.
Sayan heman helwest di dema rûniştina dozê de jî nîşan da û hemû sûcdarî bi 'rasthatina li jiyana wî ya taybet' ve girê da û red kir. Xwest ku MÎT'ê mafdar nîşan bide û sûc bixe stuyê polîsên nêzî Civata Gulen. Sayan di rûniştinê de got, "Nûçeyên der heqê min de hatin weşandin, ji bo serlêdana min a penaberiyê bê qebûlkirin, mîna ku rast e min qebûl kir."
YÊ KU AQIL DIDE SAYAN, GELO PARÊZER E?
Tê texmîn kirin ku yê aqil dide Sayan parêzer Marvîn Schroth e. Schroth ji ber ku di dema dawî de di dozên çeteyên DAIŞ'ê de jî parêzeriyê dike, balê dikişîne ser xwe. Balkêş e di dozên Schroth de sûcdar îfadeyên xwe yên li ser pêwendiya bi MÎT'ê re diguherînin. Yek ji muwekîlên Marvîn Schroth, çeteyê DAIŞ'ê Saleh A. ye ku doza wî li Dusseldorfê didome.
Sala 2016'an di dema amadekariya êrîşeke terorê ya li Dussedorfê de hucreyeke DAIŞ'ê hate têkbirin. Lîderê vê hucreyê Saleh A., piştî ku du hevalên wî hatin girtin, bi xwe çû Fransayê û xwe teslîmî polîsan kir. Balkêş e, mîna Sayan wî jî xwe teslîm kiriye.
Tê gotin, ji bo derbasbûna endamên DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re organîze bike, DAIŞ'ê Saleh A. şandiye Tirkiyeyê. Saleh A. beriya rûniştina dozê ji tîma lêpirsînê re got ku ew ji bo MÎT'ê dixebite.
Di îfadeya xwe de got, "Bi Hamza C. re Gulana 2014'an derbasî Tirkiyeyê bûm. Li Tirkiyeyê bi awayekî veşartî bi îstîxbarata Tirk re xebitîm. Bi agahiyên min dayî, polîsên Tirk operasyon kir û bi qasî 50 endamên DAIŞ'ê hatin binçavkirin. Her wiha min pêşî li gelek êrîşan girt, ku yek jê wê li hemberî konsolosxaneya DYA bihata kirin."
ENDAMÊ DAIŞ'Ê DI ÎFADEYA XWE DE GOTINA MÎT'Ê DERXIST!
Saleh A. piştre weke penaberekî bi botekê berê xwe da Yewnanîstanê ji wir jî hat Elmanyayê û serlêdana penaberiyê kir. Saleh A. piştî ku hat Elmanyayê, li Dusseldorfê ji bo êrîşekê bike hucreyek amade kir. Di ser Facebookê re ji navenda DAIŞ'ê ya li Sûriyeyê re ev peyam şand: "Ji bo çalakiyê her tişt amade ye, ya ji niha û pê ve ji Xwedê re maye."
Doz li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Dusseldorfê dewam dike. Ji ber ku Saleh A. û îfadeyên din ên heman hucreyê hatin guhertin, yekser bal çû ser parêzer. Balkêş e Saleh A. jî mîna sîxur Mehmet Fatîh Sayan li dadgehê înkar kir ku têkiliya wî bi MÎT'ê re heye û tenê got, "Ji bo rêxistinên îstîxbaratê ez çûm Sûriyeyê."
Parêzer Marvîn Schroth, ku qebûl nake pêwendiya Saleh A. bi DAIŞ'ê re heye, her wiha îdîa dike ku Saleh A. ne ji Sûriyeyê ye, lê ji Cezayîrê ye. Ji ber ku Saleh A. timî îfadeya xwe diguherîne, doz bi pêş ve naçe. Ji ber heman taktîka parêzer Schroth tê gotin ku doza Sayan a li Hambûrgê jî dikare bi vî rengî bixitime.
PARÊZERÊ KESÊN SERÊ MIROVAN JÊ DIKIN!
Marvîn Schroth, ji efserê berê yê artêşa Iraqê Ramî K. re jî parêzerî kiribû, ku Ramî K. ji be rsûcê li dijî mirovahiyê meha Adarê li Berlînê derket pêşberî dadgeriyê. Ramî K. piştî ku hat Elmanyayê û serlêdana penaberiyê kir, wêneyê wî yê sala 2015'an ê li bajarê Tîkrîtê yê Iraqê dema şer dikir û bi serê hatibû jêkirin wêne kişandibû, derketibû holê.