Berê ciwanan li Wûppertalê ye
Ciwanên Kurd ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin, ber bi bajarê Wûppertal ê Elmanyayê dimeşin.
Ciwanên Kurd ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin, ber bi bajarê Wûppertal ê Elmanyayê dimeşin.
Meşa dirêj a ji 5 rojan, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê dest pê kiribû û duh gihîştibû bajarê Hagenê. Ciwanên Kurd danê sibehê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hagenê li hev civiyan û dest bi beşa duyemîn a meşa xwe ya dirêj kirin.
Meş ji aliyê Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad ve di çarçoveya kampanya "Azad bike" de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bilêvkirina daxwaza azadiya Ocalan tê lidarxistin.
POLÎS Û FAŞÎSTAN ÊRÎŞ KIRIN
Di roja duyemîn a meşê de polîsên Elman dest bi krîmînalîzekirinê kirin. Polîsan ji bo demeke kin meş sekinandin û bi rêya anonsê gef xwarin. Polîs meşvanan bê navber dikişînin kamerayê û gefê dixwin, ku wê ji ber her 'dirûşmeke' qedexe ceza bibirin. Lê belê ciwan guh nadin van gefan û dirûşmên xwe diqîrin.
Faşîstan jî bi wesayitan êrîşî ciwanan kirin, ji ber vê yekê meşa dirêj ji bo demeke kin hate sekinandin. Ji ber êrîşê ciwanekî Kurd ji milê xwe birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Polîsên Elman, faşîstên Tirk ji nedîtî ve hatin û ciwanekî Kurd binçav kirin, piştre berdan. Meşvanan li hemberî helwesta polîsan çalakiya rûniştinê pêk anîn.
ŞEVA MORALÊ
Li gel zext û zordariyê jî ciwan bi coşeke mezin meşa xwe ya dirêj didomînin. Roja duyemîn a meşê wê piştî meşa ji 25 kîlometreyan, li NCDK a Wûppertalê biqede. Ji bo ciwanan wê danê êvarê şeveke moralê bê lidarxistin. Hunermend Seyda Perînçek wê tevlî şevê bibe.