Li ser girtiyên siyasî êşkenceya ‘avê’: Di rojên germ de av tune!

Dayika Tufan Îlbaş ê li Girtîgeha T-2 a Osmaniyeyê girtî ye Nesîbe Îlbaş diyar kir ku li girtîgehê rêbazên îşkenceyên nû di dewrê de ne û got “Rêveberiya girtîgehê di rojên germ de ava girtiyan qut dike.”

Di 26'ê Gulana 2016'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, li taxa Yenîşehîrê 12 jî zarok, 42 kes hatibûn binçavkirin. Ji van yek jî Tufan Îlbaş e û bi îddîaya "Yekîtî û wekheviya dewletê xirab kiriye" bi mehan e li Girtîgeha T-2 a Osmaniyeyê tê girtin. Malbata Îlbaş da zanîn ku roja ku kurê wan hatiye girtin, êşkenceyeke dijwar lê hatiye kirin û bi tu awayî nayê tedawîkirin.

TEDAWÎ NAYÊ KIRIN

Îlbaş bal kişand ser zextên li girtîgehê û ev tişt got: "Gelek ji van birîndar in, hin ji wan milên wan tune, hin ji wan ji piyên xwe birîndar in. Hin ji wan ji çavên xwe gule xwarine. Kurê min jî ji sermil û piyê xwe birîndar e. Parçeya şarapnelê hêj di piyê wî de ye. Tu tedawiya wî nayê kirin. 3 tiliyên Tûfan şikestine û ji hin cihê laşê xwe birîndar e. Hevalê wî yê li gel wî jî dikuliya û birîna wî jî hebû. Dema wan dibin nexweşxaneyê jî leşker û bijîşk çêran li wan dike. Girtiyên rewşa wan giran li nexweşxaneyê bi kelepçekirî tên dermankirin. 24 saetan bi kamerayê tên şopandin."

JI BER GERANDINA GOVENDÊ CEZAYÊ HEVDÎTINÊ

Îlbaş destnîşan kir ku roja ku cilên yekreng hatiye rojevê heta niha, bi hincetên vala cilên girtiyan desteser dikin û wiha got: "Rojname, kovar, pirtûk û radyoyan nadin wan. Hevdîtina bi parêzeran re di çavdêriya gardiyanan de pêk tê. Hevalên wan ên nû tên girtin di lêgerîna tazî re derbas dikin û êşkenceyê li wan dikin. Dîsa buhayên li kantînê derxistine 2-3 qatî."

‘EM BIBIN DENGÊ WAN’

Xwişka Sertaç Kiliçarslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklarê dimîne, Nasîhat Kiliçarslan jî destnîşan kir ku li ser girtiyan zext û tundiyeke derûnî heye û xwest her kes bibe dengê girtiyan. Kiliçarsan derbirî ku girtiyên siyasî avêtine nav FETO, DAIŞ û kesên sûcên adlî kirine û piştrast kir ku tu ewlehiya girtiyên siyasî tune. Malbatan xwest ev êşkence bi dawî bibin û got ku "Em hêvî dikin ku bila bibin dengê girtiyên siyasî."