The Guardîan: DAIŞ’î di ser Îdlîbê re diçin Tirkiyeyê
Rojnameya The Guardîanê ragihand, ji bajarê Îdlîbê yê Sûriyeyê ku Nûsra dagir kiriye, gelek çeteyên DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re derbasî welatên cihê dibin.
Rojnameya The Guardîanê ragihand, ji bajarê Îdlîbê yê Sûriyeyê ku Nûsra dagir kiriye, gelek çeteyên DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re derbasî welatên cihê dibin.
Rojnameya Îngilîz The Guardîanê got ji Îdlîbê ku El Nusrayê ew der dagir kiriye gelek endamên DAIŞ'ê bêyî ku li ti astengiyê rast werin ji sînor derbasî Tirkiyeyê dibin. Di nûçeyê de yekî ku sînor derbas kirî û 'di koma şervanê biyanî yê DAIŞ’ê de cih digire' dibêje, piraniya yên ku sînor derbas dikin welatiyên Siûdî ne.
DI SERÎ DE EWROPA DIÇIN GELEK WELATAN
Rojnameyê diyar kir, ku endamên DAIŞ’ê piştî ku Tirkiyeyê derbas dikin di serî de Ewropa derbasî welatên Efrîkaya Bakur û welatên di yên Rojhilata Navîn dibin. Ragihand, ku bi hezaran malbatên endamên DAIŞ'ê li Îdlîbê ne û dixwazin ji vir veqetin. Rojnameyê diyar kir yên ku sînor derbas dikin, demekê li gundên ser sînorên Tirkiyeyê dimînin, cîhadîst ji bo ku sînor derbas bikin 2 hezar dolar distînin û bi vî rengî jî ti astengî li ber wan namîne.
Rojnameyê cih da gotinên endamê DAIŞ’ê yê bi navê Abû Saad ê ku sînor derbas kirî û ragihand, ku 300 DAIŞ’î niha hazir in ku sînor derbas bikin.
Metna orjînal a nûçeyê: