HDK: Kiryarên 12'ê Îlonê dewam dikin

Hevseroka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bi wesîleya salvegera 12'ê Îlonê daxuyaniyek da û got, êşkence û neheqiya di 12'ê Îlonê de hatin kirin, îro jî dewam dikin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi wesîleya salvegera 12'ê Îlonê li navenda xwe ya giştî ya li Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist. Nûnerên Komeleya 78'an, SYKP, DAD, ESP, Partiya Paşeroja Çep a Keskan, SODAP û Hevseroka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît tevlî civînê bûn. Di destpêka civînê de Hevserok Koçyîgît axivî û anî ziman, ku 12'ê Îlonê ti carî neqediya ye û timî dewam kiriye.

Koçyîgît got, "Dewlet hê jî hewl dide hêzên mûxalîf bitepisîne. Yên ku sala 1980'î darbe kirin, dinya li welêt tarî kirin. Êşkence, neheqî û bêhiqûqiya ku 12'ê Îlonê da kirin, bi destûra bingehîn dewam dike."

'CIVAK NAXWAZE BI VÎ RENGÎ WERE BIRÊVEBIRIN'

Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP'ê û Berdevka SKM'ê Fadîme Çelebî jî destnîşan kir, ku 12'ê Îlonê ji bo nifşên ciwan tabloyeke reş û tarî ye. Çelebî bal kişand ser bandora wê serdemê ya li ser civakê û got, "Êşkence û komkujiyên hatin kirin, îro jî di hiş û mejiyê civakê de ne. 12'ê Îlonê darbeyek bû, ku destavêtin li jinan hate kirin û berdêlên gelekî giran hatin dayin. Îro jî hewl tê dayin bi destûra bingehîna 12'ê Îlonê civak were birêvebirin. Me di 7'ê Hezîranê de dît, ku civak naxwaze bi vî rengî were birêvebirin. Em ê li hemberî van hemûyan têkoşîna xwe geş bikin."