Polîsan avêtin ser buroya parêzerên Nûriye û Semîh

Çend roj beriya destpêkirina rûniştina doza Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên di greva birçîbûnê de ne, polîsan avêtin ser buroya parêzerên her du perwerdekaran. Parêzer li avahiyê li ber xwe didin.

Greva birçîbûnê ya akademîsyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça, ku bi biryarnameyê ji kar hatin derxistin, di rojeva 188'an de ye.

Çend roj beriya destpêkirina rûniştina destpêkê ya doza her du perwerdekaran, polîsan avêtin ser Buroya Hiqûqê ya Gel a li Kizilayê.

Bi hinceta ku têkildarî parêzer Engîn Gokoglû, Dîdem Baysak û Ayşegul Çagatay de biryara binçavkirinê heye, polîsan avêtin ser buroyê û Engîn Gokoglû binçav kirin. Li dijî polîsên li hundirê avahiyê, parêzerên jin li ber xwe didin û pankarta bi nivîsa "Karê Nûriye û Semîh bidin wan" vekirin.

Parêzerên OHD, ÇHD û Komkujiya 10'ê Cotmehê, ji bo piştgiriyê bidin parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel hatin ber buroya li Kizilayê.