Qonaxa duyemîn a Meşa Dirêj li Wûppertalê qediya

Ciwanên Kurd ên ji Dortmûndê dest bi meşa dirêj kirin, gihîştin bajarê Wûppertalê.

Ciwanên Kurd, duh danê sibehê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hagenê li hev civiyan û ber bi Wûppertalê ve dest bi beşa duyemîn a meşa xwe kirin. Di dema meşê de polîsên Elman car carna hewl dan pêşî li meşa ciwanan bigirin. Polîsan hewl dan dest li al û dirûşman werdin. Ciwanan jî bi qîrîna dirûşman bersiv dan vê helwesta polîsan.

Her wiha ji ber provokasyona faşîstekî, di navbera polîsan û meşvanan re alozî derket û di encamê de ciwanê bi navê Îlyas Cîlasû yê ji milê xwe emeliyatkirî, ji ber destwerdana polîsan birîndar bû. Cîlasû bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Her wiha ciwanek jî hate binçavkirin. Ciwanê binçavkirî piştî ku parêzer kete navberê hate berdan.

JI BO CIWANAN ŞEVA MORALÊ HATE LIDARXISTIN

Li gel van bûyerên neyînî û rewşa nebaş a hewayê jî ciwanên Kurd meşa xwe bi coşeke mezin dewam kirin. Ciwan saet di 17:00 de gihîştin NCDK a Wûpperatlê. Li vê derê, sînevîzyonek hate nîşandan û piştre hunermend Seyda Perînçek konserek da ciwanên meşvan. Perînçek meşa azadiyê ya ciwanan silav kir û serketin ji wan re xwest.

CIWAN WÊ ÎRO BER BI DUSSELDORFÊ VE BIMEŞIN

Di roja sêyemîn a meşê de ciwan wê bi 30 kîlometreyan bimeşin. Ciwan wê îro ji Wûppertalê ber bi Dusseldorfê ve bimeşin.